30 juni 2018

Erebî didin ser serê xwe lê kurdî yasax dikin



Li Tirkiyê û Kurdistanê hin bajar û tax bûne wek bajar û taxên/mehelên ereban, hemû lewhe, tabela bi erebî ne. Meriv dibêje ev der ne bajarekî Tirkiyê û Kurdistanê, bajarekî welatekî erreb e.

Riha bûye wek bajarekî Sûriyê. Bi her tiştê xwe ji bajarekî kurdan bêtir dişibe bajarekî ereban.
Erd

Dîlok(Entab) hewetinê. Ew jî bûye bajarekî ereban.
Û ne ev herdu bajar tenê, gelek qezayên Rihayê, Dîlokê û Antakyayê jî wer bûne…

Hukûmeta AKPê dixwaze demografiya hin bajarên Kurdistanê biguhere. Riha, Dêok, Semsûr wek herêmên pîlot hilbijartine.

Ji ber ku milet êdî li dij derdikeve û dibêje heta bigihîje Stenbolê jî  bûye bajarekî erebî, lema kûmetê biryar daye dibê ji %25ê lewha û tabeleyan bi erebî û ji %75 jî bi tirkî be.

Lê ji bo kurdî ji sedî yekê jî qebûl nakin. Ne hukûmet qebûl dike û ne jî tirk.

Lê xwe dikin qurbana ereban...

Çimkî ereban dost û kurdan neyarên xwe dibînin. 

Çimkî dixwazin kurdî ji ruyê dinê rakin.

Çimkî dixwazin koka kurdan biqelînin.

Lema jî tehamulî zimanê kurdî û tabeleyên kurdî nakin.
Û kurdên bûne tirk û zilam û xulamên tirkan û Erdogan jî nabêjin çima hûn vê tolerensê li hemberî zimanê me nîşan nadin?

Nabêjin ji ber ku xîret nemaye, êdî bûne nasyonalîstên tirk...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE