25 juni 2018

Erdogan qezenc nekir, bi zor girt




Îdîa Erdogan û AKPê li Kurdistanê rayên xwe zêde kirine bêbextî ye, demagojî ye, înkara zorbatiya dewletê û diziya rayên kurda ye...

Ji do da ye gelek kes analîza netîceyên hilbijartinên Tirkiyê dikin, her kes li gorî xwe rayên partiyan û namzedên serokkomariyê analîz dike û ji netîceyên hilbijartinan ra hin sebeban dibîne û hin teoriyan davêje ortê:


Efendim Erdogan çima hewqas ray girt?
AKPê çima li Kurdistanê rayên xwe zêde kir?
Filan partiyê çima rayên xwe zêde kir, filan pariyê çima kêm kir?, filan û bîvan.



Bi dîtina min analîzên wiha hemû belaseb û bêmane ne. 

Çimkî di heqîqetê da tu partiyê, tu namzetekî serokkomatiyê hewqas ray negirtiye, li gorî programekê ray li partiyan û li namzetên serokkomariyê hatiye belabvkirin. 

Di rastiyê da ne Erdogan ji sedî 53 girtiye û ne jî MHPê û IYI Partiyê hewqas ray girtine. 

Û ne jî rayên CHPê, Muharrem Înce, Demirtaş û HDPê hewqasî hindik in. 

Hukûmeta Erdogan berî hilbijartinan kî ewê çiqas ray bigre tespît kiribû, Erdogan bi destê xwe para her kesî dabûyê. Do bi şev parên berî hilbijartinan dabûn partiyan û namzedên serokkomariyê îlan kirin, kirin resmî.

Lema jî pir eybeke mezin e meriv bibêje rayaên AKPê û Erdogan li Kurdistanê zêde bûye. Tiştekî wiha tuneye. Ne rast e. 

Dewleta Erdogan ya îslamî, irqçî bi darê zorê rayên kurdan da AKPê û Erdogan û rayên HDPê û Demirtaş jî kêm kir. Tiştê were gotin ev rastî ye, ne ku meriv demagojiya analîzên sosyolojîk bike...

Ne li Kurdistanê û heta ne jî li Tirkiyê hilbijartineke adil û şefaf çênebû, hema hema tevayiya medyaya tirk û alîkariya dewletê di xizmeta Erdogan û AKPê da bû.

Û li gel van îmkanan, zor û terora li hemberî kurdan hat meşandin jî dibê meriv ji bîr neke.

Di pêşbaziyeke wiha neadil û terefgîr da ne rast e meriv analîzên wek hilbijartineke normal bike.

Di bin rewşa awarte û teroreke nedîtî da helbet Erdogan ewê rayên xwe zêde bike. Çimkî her tişt li gora wê hatibû eyarkirin. Rewşa awarte, terora di seranserê dema hilbijartinan da hat meşandin û midaxaleyên sandoqan, bûyerên rû dan di esasê xwe da meşrûîyeta hilbijartinan ji ortê radike. Ne rast e meriv hilbijartineke di bin van şertan da qebûl bike û bibêje meşrû ye, AKPê rayên xwe zêde kiriye. 

AKP û Erdogan li Kurdistanê û heta li Tirkiyyê jî nikane hewqas ray bigre. Rayên AKPê û Erdogan bi zor û bi hîleyan hatine girtin. Erdogan qezenc  nekir, bi zor girt. Ya rast ev e. Û dibê meriv vê rastiyê bibêje…

 XXX
Li ser netîceyên hilbijartinan Muharrem Ince gotiye, “Ne pêşbirkeke/misabeqeyeke adil bû, feqet qezenckirina Erdogan qebûl dikim.”

Li hemberî vê beyana Ince matmayî mam, min digot ewê qebûl neke. Çimkî bi heqê xwe qezenc nekiriye, bi hîle û bi zorê qezenc kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE