08 juni 2018

Efsaneya Turaidas Roze û çima Turaîdas Rozeka me tuneye?



Li Letîstanê rêberê me em birin bajarê Sîgulda Qesra Turaîda. Ciyekî turîsta ye, park e, dereke pir populer e. 

Qesra Turaîda di sedsala 12a da ava bûye û xwedî dîrokeke pir dewlemend û bi xwîn e, gelek şer dîtiye û gelek caran wêran bûye. 

Rêber li wir em birin ser gorrekê. Got ev gorr pir muhîm e, hemû turîst tên ser vê gorrê û çîroka wê fêr dibin.


Em hemû li dora gorrê kom bûn. Li ser kevirê reş yê gorrê Turaîdas Roze 1601-1620 nivîsî bû. 

Rêberê me dest bi çîroka gorrê kir. Got ya di vê gorrê da keçeka 19 salî ye. 

Di sala 1601ê da leşkerên swêdî qesir dagir kirin. Piştî şer xizmetkarekî qesrê yê bi navê Greif di nava cendekên miriyan da keçikeka biçûk dibîne. 

Ji ber ku  meha gulanê bûye navê wê dike ”Maija”. Greîf keçikê dike ewlada xwe û wê mezin dike. 

Sal û zeman derbas dibe, Maîja dibe keçeke pir xweşik.
Ji ber xweşikiya wê jê ra dibêjin  Rose of Turaida, yanî wê dişibînin ”Gola Turaîda.” Li wir goleke bi navê Gola Turaîda heye.

Bexçewanekî Qesra Sîgulda bi navê Vîctor Heîl hebûye. Dilê wî û Maîja dikeve hev. Êvaran di şikefta Gutmanîs da hev û du dibînin û bi hev şa dibin.

Dibin dergîstî û biryarê didin ewê bizewicin.


Li qesrê polonîyekî bi navê Adam Jakubovsky  hebûe, wî jî çav berdaye Maîja, xwestiya Maîja bi wî ra bizewice. Lê Maîjayê  rû nadeyê, ew red kiriye. 

Adam Jakubovsky biryarê dide Maîja bixapîne. Berî dawetê bi navê Vîctor ji Maîja ra notekê dişîne, tê da dibêje were şikefta Gūtmanis em li wir hev bibînin.

Dema Maîja dihere şikeftê dibîne yê li wir ne Vîctor e, Jakubovskye, fam dike hatiye xapandin.

Maîja li ber xwe dide û xwe teslîm nake, naxwaze bi dergîstiyê xwe ra îxanetê bike. 

Şarpeyeke sor li dor hustuyê wê bûye, li gorî dibêjin wer bawer kiriye şarpeya wê efsûnî ye yanî bi sihre û ewê wê ji deb û şûrê Jakubovsky biparêze.

Ji Jakubovsky ra gotiye heger tu min berdî ezê vê şarpa xwe ya efsûnî sihir bidim te, dema tu wê li dor hustuyê xwe bigerînî tu avzûmî dibî, şûr li te hukim nake, kes nikane te bikuje. 

Jakubovsky bawer nake, lê Maîja dibêje heger tu bawer nakî tu kanî li ser min biceribînî. Li ser vê, Jakubovsky çer bivir davêje ji hustuyê wê da Maîja dikve û dimre.

Vîctor Heîl dû ra termê Maîja dibîne û hawarê dibe qesrê.

Destpêkê dibêjin belkî wî Maîja kûştiye û wî digrin. Qetla Maîja dikeve hustuyê wî û dikin wî bi darde kin. 

Lê di mahkimê da yekî bi navê Peteris Skudritis tê îfadê dide û dibêje ew bivir li ser emrê Jakubovsky wî biriye daniya wir.

Li ser vê Vîctor serbest tê berdan û Jakubovsky jî îdam dikin.

Vîctor evîndara xwe Maîja li wir gorr dike û dareke ixlamûrê li ser gorra wê diçîne.

Dû ra jî got li ser ” Rose of Turaida”  roman, çîrok gelek tişt hatine nivîsîn, fîlm, tiyatro û opera hatine çêkirin. Pûlên wê hatine çêkirin…

Welhasil got destaneke bi nav û deng e…

Bi rê da min ji rêber ra got, bi sedan ”Maîja”yên kurdan jî hene, lê belê gorra yekê jî tuneye. Em nikanin wek te turîstan bibin ser gorra yekê û ji wan ra qala serpêhatî û çîroka wan bikin. Di tarîxa me da jî gelek efsane û destanên wek yên Maîja hene, dengbêj kilaman li ser dibêjin.

Lê belê ne em tarîxên wan bi cî û war zanin û ne jî gorra yekê heye.

Hûn kanin ji me ra qala Maîja xwe bikin, lê em bixwazin jî em nikanin qal bikin, çimkî yên me Maîja yên mechûl in, em tenê navê wan zanin, ew jî bi xêra dengbêjan.

Mêrik got tu rast dibêjî, ji ber ku dewleta we tuneye lema gorrên Maîjayên we jî tunene. Ji bo ku gorrên qehremanên meriv hebin dibê dewleta meriv hebe…

Ma gorra Xecê, Eyşana Elî, Edûlê, Binefşa Narîn, Nazê û bi sedan yên wek wan  li ku ne ?

Ma em jî kanin turîstan bibin ser gorra Maîjayeka kurd û ji  wan ra qala çîrok û serpêhatiya wê bikin?

Em nikanin, çimkî hemû Maîjeyên me mechûl in, gorra yekê jî tuneye. Û heta em bindest û bêdewlet bin jî ewê tu carî Turaîdas Rozeka me çê nebe…

2 kommentarer:

  1. Svar
    1. Ya te jî xortê hêja. Têm herdu çavên te û hêvî dikim tu baş î.

      Radera

PARVE BIKE