10 juni 2018

Diyariya xanimê


Ji zû da bû min ji xanimê ra gul nekirîbû. Iro min ev gulên pembe diyarî wê kr. 

Xaniml ji rengê wan gelkî hez kir, got ezê ji xwe ra kerasekî ji vî rengî bikirim.

Gelî xortan dildar û xanimên xwe bê gul nehêlin...



Li ba me kurdan tiştên wiha ne adet e lê ez carnan derdikevim derî adetê û tiştên derî adetên me kurdan dikim.


Dibê meriv biwêribe derkeve derî adetê. Ya na nuha em hîn miqlaciyên/siwarên ker, hesp û devan bûn.

Miletên wêrîbûn derkevin derî adetên heyî bi pêş ketin û çûn fezayê û yên ev cesaret û qabîlîyet nîşan nedan jî man di ciyê xwe da.

Lema jî îro Ewrûpa û Amerîka bûye cinet û Asya û Afrîka jî bûye cehnime, cî û warên zulmê û birçiyan û her kes jê direve, dixwaze xwe bigihîne cinetê.


5 kommentarer:

  1. Rojekê dostikek min çêbû, ez ê va nivîsa te vekim û xîret bikim, herim gul û çîçekan jê ra bînim.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Surprîzên dinyayê pir in. Lê dibê tu lê bigerî. Kes nayê li deriyê te naxe. Yê lê bigere sewda xwe jî, bela xwe jî dibîne...

      Radera
    2. Wele ez li ba xwe dibêjim dibê ez bi pê nekevin, hat ji xwe wê jîyan bîne. Lê va ye cenabê te dibê na tu ji xwe lê bigere. :)

      Radera
    3. Bi ya min neke, bi ya dilê xwe bike. Ya min tenê fikrek e.

      Radera
    4. Rast e, baş e dîsa jî malîava. Ka ez wenî jî lê bifikirim.

      Radera

PARVE BIKE