26 juni 2018

Di hilbijatinên 24ê hezîranê da derket ortê erebên Kurdistanê li dijî kurdan e



Di hilbijartinên 24ê hezîranê da derket ortê erebên Kurdistanê ray nedane HDPê û Demirtaş. 

Li hemû herêm û bajarên ereb lê hene rayên AKPê û li hin ciyan jî rayên MHPê ji yên HDPê zêdetir e. 

MHPê li Rihayê 80 hezar ray, ji % 9,1 ray girtiye û parlamenterekî ereb Îbrahîm Ozyavuz bûye parlamenterê MHPê yê Rihayê.


Di hilbijartinên 2015a da  MHPê li Rihayê ji %2, 8 girtibû. Wek tê dîtin MHPê li Rihayê rayên xwe çar qatan zêde kiriye. 

Di vir da rola şexsan, kesê namzêd hebe jî, lê dû ra, hêdî hêdî dibe daimî û dimîne. Bes bingeha vê tercîha ereban ya MHPê û AKPê dijminatiya kurda ye, ereb ji kurdan hez nakin û rayên xwe nadin û kurdan û partiyên kurd. Ev heqîqeteke dibê meriv bibîne.

Lema jî ji bo tevgera kurd ya siyasî-netewî li Rihayê xurtbûna MHPê di nava ereban da tahlûkeyeke pir mezin e, dibê kurd vêya bibînin û ji bo guhetina vê rewşê tiştekî bikin.

Ev ne cara pêşî ye erebên Kurdistanê raya nadin partiyên kurd, di her hilbijartinê da tim ya dibin hevalê AKPê ya jî yê MHPê. Hin îstîsna ne tê da, her tim bi dewletê ra hereket dikin û li dijî kurdan e.

Sebebên vê yekê yê tarîxî, sosyolojîk, kulturî, siyasî hene.

Siyasetmedar û civaknas dibê serên xwe bi vê meselê ra biêşînin. Lê sebeb çi be jî axirê erebên Kurdistanê li dijî kurdan bi dewletê ra ne û bi piranî destegê didin hêz û partiyên pan-turkîst û faşîst.

Rewşa îro heye ev e.

Li gel ku ew jî Kurdistanî ne, bi kurdan ra dijîn, cîran û hevalên kurdan e lê dîsa jî piştgiriyê nadin partiyên kurd, hereketên kurd û tevgera kurd ya azadiyê. 

Li her derê li dijî kurdan bi hêzên tirk yên nasyonalîst û faşîst ra hereket dikin, di hilbijartinan da rayên xwe didin AKPê û MHPê û partiyên din yên faşîst. 

Li Kurdistanê erebên di nava tevgera kurd ya siyasî da ne û bi kurdan ra hereket dikin pir hindik in.

Ev yek ji bo tevgera kurd ya netewî geleşke mezin e, dibê kurd vê gelşa xwe ya hundur hel bikin. 

Dewlet erebên, tirkên Kurdistanê her tim li hemberî kurdan bi kar tîne, wek neyar bera pêxîla kurdan dide. 

Dewlet û hêzên faşîst giraniyeke mezin didin xebata nava ereb û tirkên Kurdistanê. Wan wek potansiyeleke li dijî kurdan dibînin û li gorî wê wan organîze dikin. 

Û meriv kane bibêje dewlet û hêzên faşîst di vî warî da bi ser jî ketine. Li her derê ereb û tirk û kêmatiyên (hindikayiyên, eqaliyetên) ne kurd kirine dijberê kurdan û tevga kurd ya netewî.

PKK, HDP bi qasî ku giraniyê didin hevkariya bi çepên tirk ra, nadin erebên Kurdistanê. Ev şaşî û kêmasiyeke pir mezin e. 

Hevkarî û dostiya bi erebên Kurdistanê ra ji hevkariya bi çepên tirkên ne Kurdistanî ne sed qatî muhîmtir e.
Di nava tirkan da dostên me hebin baş e, lê belê dostiya hemwelatî û cîranên min ji çepên tirk pir muhîmtir e. Berî her tiştî dibê du hundur mala me da gelş û teşxele û dubendî tunebe.
Dibê kêmatiyên(hindikayiyên)Kurdistanê nebin faşîstên tirk û leşkerên dewletê û şerê kurdan nekin. 

Dibê partiyên kurd, siyasetmedar û ronakbîrên kurd li ser vê meselê rawestin û li rêyên çareseriyê bigerin, di vî warî da bibin xwedî program û hedef. Di nava tevgera kurd da cî bidin demokrat, pêşverû û ronakbîrên ereb, bi wan ra têkilî were xurtkirin.

Ez zanim dûrxistina ereban ji dewletê û ji tevgerên faşîst ne karekî hêsa ye, jê ra xebat û wext lazim e. Ev rast e. Lê dibê em bikin û him jî bi lez û bez.

Çiqasî zor û zahmet be jî dibê em vê meselê wiha nehêlin, dibê em vê realîteyali dijî xwe biguherin. 

Netîceyên hilbijartinan nîşan dide hevkeriya ereban bi MHPê û dewletê ra meseleyeke me ya pir cidî ye. 

Û ji bo ku ereb û tirkên Kurdistanê bibin beşekî, mitefiqekî tevgera kurd ya siyasî- netewî dibê xebat were kirin. 

Dibê em nehêlin erebên Kurdistanê bibin MHP û neyarên miletê kurd, di vî warî da dibê em tiştekî bikin.



2 kommentarer:

  1. Mamoste, ev yek ji bere de weha ye. Chepen wan ji nedibun hevale kurdan dicin dibun hevale Kurtulus, Tikko u hwd.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Erê rast e, hin îstîsna ne tê da li her dera Kurdistanê wiha bû, nedibûn hevalên kurdan, dibûn hevalên çepên tirk.

      Radera

PARVE BIKE