15 juni 2018

Dawiya dawî rocî qediya û eydî hat


Ji milê çepê yên ji pê: xanima min û dîya min û ez. Yê di himêza min da lawikê me Azad e.
Xweha min Serwet û birayê min Faîq
Sala 1977 e.

Îro cejna/eydiya remezanê ye.
Ez cejna pîra/kokima dayika roz dikim.
Ez nuxuriyê wê me, ji min pir hez dike. Gelkî dixwest nuha ez li ba wê bûma.
Gotinên min û wê dikeve serê hev, em ji zimanê hev baş fêm dikin. Lema jî di her fersendê da qala min dike, pesnê min dide, ji min ra duayên dinyayê dike.


Gava dest bi pesnê min û duayên ji bo min dike naqedîne, min bi asîmanan dixîne, dawiya duayên wê nayê, duayên kesî nebihîstiye ji min ra dike.

Xwezî min ew duayên wê nivîsîba, duayên pir xweş û orjînal in.

Ezê nuha têlekê bidimê û cejna wê pîroz bikim û hinekî jî bela xwe tê bidim. Ez zanim nuha li bende telefona min e.
Di vê nabênê da ez cejna hemû nas, dost, heval û kurdên welatparêz jî pîroz dikim.
Ez zanim ji dilê gelek kesî nayê di van şertan da tu cejnan pîroz bike, ji dilê min jî nayê û ez jî pîroz nakim. Li seranserê Kurdistanê kurd di bin zulmê da dinalin. Dagerkeriyê bîn li kurdan çikandiye. Lê yên pîroz dikin hene,



NOT:
Foto Uçler, sê heval bûn bi hev ra dixebitîn. Lema jî navê fotoxaneya xwe kiribûn "Foto Uçler." Navê wan: Mehmet Kuçuk, Necatî Duygu û Ramazan bû, paşnavê wî nayê bîra min. Ramazan du sê sal berê çû rahmetê. Lê Mehmet Kuçuk û Necatî Duygu herdu jî hîn xort in û li herdu jî li Îzmîrê dimînin.

2 kommentarer:

PARVE BIKE