06 juni 2018

Dawiya dawî KUND li Stockholmê xwe gîhand min jî



Kovara KUND ev meheke derketiye lê nuh gihîşt destê min. Sê roj berê dema ji tehtîlê vegeriyam, min dît lawikê me Rojen bi hin tiştên din ra ew jî daniye ser maseya min. 

Ji ber ku nuh ji rêwîtiyeke dûr hatibûm min taqet nekir vekim û bixwînim, ji bo xwendinê min da aliyekî.


Lê belê di eynî rojê da min di Facebooka xwe da û dû ra jî di bloga xwe da îlan kir, min got Kund bi saxî û selametî gihîşt Stockholmê û destê min.

Vê sibehê piştî ku min qahwa xwe ya sibê vexwar û xwirîniya xwe kir, min kompîtor venekir û çû rahîşt Kund. Ji Kurdistanê heta vira hatibû dibê min bala xwe bidayê û bixwenda.

Berî dest bi xwendinê bikim min hinekî bala xwe da mîzanpaja wê. Bi baweriya min qapax û mîzanpaz ne xerab be, lê belê qelîteya kaxetê ne baş e. Qapax cihê  û kaxet jî bi qalîtetir bûya ewê baştir bûya. 

Lê helbet ev jî girêdayî aborîyê ye, diyar e aboriya wan têra kaxeteke baştir nekiriye.

Min ji nivîsa ”ji edîtor” dest bi xwendinê kir. Û dû ra jî hevpeyvîna Dr. Mustafa Ozturk, nivîssa Omer Faruk Baran, nivîsa Deham Ebdulfettah, şiîra kekê Berken Bereh(robarek diherike li wir), nivîsa li ser Tîrêjê û hin xeberên li ser weşan û çalakiyên edebî xwend. Bala xwe da mîzanpajê, hemû sernivîs xwendin, di ser ra çavê xwe li her nivîsê gerand.

Min dît xur ket çavê min. Ez rabûm çûm ber neynikê, min dît çavê min yê rastê baş sor bûye.

Gava ez zêde dixwînim çavê min sor dibe û hêsir jê tê. Min dev ji xwendinê berda.

Nivîsên din jî bira bimînin rojeke din, dibê ez carek, du carên din jî lê vegerim. Hêdî hêdî...

Hin kes pir zû dixwînin, lê ji ber ku ez pir bala xwe didim rastnivîsê, sentaksê, nêr û mê, tewangê, filan û bîvan, ev yek jî dibe sebebê ez hêdî dixwînim, xwendina min dibe wek meşa kûsî… 

Di Kund da jî min eynî tişt kir, lê newêrim kêmasiyên min dîtin bibêjim. Ji xwe bibêjim jî pere nake. Ewê bibêjin li ba me wiha dibêjin, ya jî tu şaş î, ne wek te ye, wiha ye…

Û ya din jî zimanê me jî wek yê xelkê baş rûneniştî ye, îmla û gramera me wek ya xelkê nebûye stndart. Lema jî kî çiqasî zane wer dinivîse. Dibê meriv bînfireh be û bi rexneyê xwe moralê kesên bi kurdî dinivîsin xera neke. Di vî warî da bi temkîn be.

Min bi meraq hevpeyvîna bi Dr. Mustafa Osturk ra xwend, lê min him pirs û him jî bersîv zeîf dîtin.

Min di hevpeyvînê da ew mistewa min jê dipa nedît, min hevpeyvîneke hîn baştir û dewlemendtir hêvî dikir.

Lê mimkûn e ez şaş bim. 

Bes li gorî vê jî karê Dr. Mustafa Ozturk kiriye  û dike ji bo tarîx, ziman û edebiyata kurdî pir muhîm e. Ji me ra akademîsyenên wiha lazim in. Ancax ew kanin xebat û lêkolînên ilmî bikin.

Nivîsa Omer Faruk Baran jî ji ber ku ew jî bloger e min meraq kir û lema xwend. 

Hemû bloger bala min dikşînin û heta ji min tê dixwazim bala xwe bidim stîla wan ya nivîsînê û ji wan hin tiştan fêr bibim.

Omer/Emer Faruk  Baran, merivekî xwenda û întellektuel e, diyar e kurmê xwendinê ye û ji zû da ye dixwîne. Di wexta xwe da gelek tiştên baş xwendiye. Lema jî mêrik gelek tiştan zane. Tûrikê wî ne vala ye, gelek tiştmiştên hêja û bi qîmet hene.  

Ev yek jî di nivîsandinê  da rehetiyekê dide wî, wek çivîkekê(beytikekê)ji ser vê darê xwe çindî ser wê darê dike. Geh li Surûcê ye, geh li Ewrûpa û li Emerîka Latîn e. Ji ber ku tûrikê wî tije êmîş e lema jî bi hostayî li xwendevanên xwe belav dike.

Ev zanebûn û întellektuelî di nivîsê da wî zarşîrîn û xwedî gotin dike, meriv ji xwendina nivîsên wî tahm û zewqekê digre û jê tiştekî nuh fêr dibe.

Bîranînên kekê Deham Ebdulfettah yên li ser Cegerxwîn xweş in lê belê kin in, xwezî nivîs hinekî din dirêj bûya, qala çend bîranîn din jî kiribûya.

Şîira Berken Bereh(robarek diherike li wir)pir xweş e, min du caran xwend.

Spas ji bo redaksiyon û hemû kedkarên kovara Kund û Pirtûkakurdî. Bi hêviya jimareke hîn dewlemndtir û bi qalîtetir…

5 kommentarer:

  1. Den här kommentaren har tagits bort av skribenten.

    SvaraRadera
  2. Heyrana dûzena odeya te me, Ezbenî. :)

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ecibandina te ez kêfxweş kirim birayê ezîz. Rojen jî di risim da ode gelkî xweş kiriye. Di vir da para hunera wî jî heye.

      Radera

PARVE BIKE