11 juni 2018

Bi vî aqilî em nikanin zora neyarê xwe bibin




Partiya, siyasetmedarê hevkarî û tifaqa bi tirkan ra, bi hêzên tirk ra ji ya bi hêzên kurd ra muhîmtir dîtiye tim li zirarê derketiye, aqûbeta wî husran bûye.

Di 24ê hezîranê da jî ewê eynî tişt dubare bibe. Lê poşmaniya dereng bêfeyde ye,
tenê meriv kane bibêje ax, wax
û li serê xwe xe...


Lê kurd û mixalefeta Erdogan belasebeb ketine hingidinga hilbijartinan, ew ji sedî 80-90ê rayan bigrin jî Erdogan û AKP ewê qezenc bike. 

Dinya jî xera bibe Erdogan bi rehetî, bi hilbijartinan îktîdarê nade kesî. Kurd û mixalifên Erdogan vê rastiyê ewê piştî hbilbijartinên 24ê hezîranê fêm bikin.


Kurd bi qasî ku girîngiyê(ehîmîyetê)didin hevkarî û tifaqa bi tirkan ra bidana ya bi kurdan ra jî nuha rewşa me ya siyasî gelkî baştir bû, hemû partiyên tirk nuha li ber deriyên kurdan kazekaza wan bû, bi kurdan ra li rêyên hevkariyê digeriyan.

Lê ji ber ku kurd ne li ser hev in, hêza wan perçeperçeyî ye û lema jî kes wek tê xwestin hesabê wan nake.

Ev yek li Kurdisrtana Başûr jî wiha ye, perçebûn û bêtifaqiya kurdan bûye sebebê bêhêziya wan. Û vê yekê li derve jî, li ba Amerîkayê jî îtîbara kurdan kêm kiriye.

Dewletên dixwazin piştgiriya kurdan bikin jî nakin, çimkî kurd bêtifaq in, çimkî hemû kurd eynî tiştî naxwazin, ji Bexdayê bêtir neyartiya hev dikin, gorra hev dikolin. 

Ji dêlî ku hemû bi hev ra bi yekdengî bibêjin azadî û serxwebûn, di meclîsa Îraqê da bi dû çend kursiyên bêfeyde ketine, ji bo wê ji ereban ra şelafiyê dikin

XXX
Erdogan di axaftina xwe da qala îdamkirina Demirtaş kiriye, gotiye heger meclîsê biyar bişanda ji min ra minê testîq bikira.

Qalkirina meclîsê demagojî ye, tu meclîs li ortê tuneye. Lê heger bikanibe ewê Demirtaş jî û hemû serok û siyastmedarên kurd îdam bike. Viya ji dil dixwaze.



Tirs dawiya dawî dibe sebebê peydabûna paranoyayê. Li Tirkiyê tirsê zilamên îktîdarê û civata li dorê paranoyak kiriye.

Ji tirsa ewê îktîdarê ji dest bidin har bûne, hiş berdane. 
Merivên har bibe, hiş berde wek boxeyê har e, kane her tiştî bike. 

Di hedefê da kurd hene. Çimkî kurdan zeîf û bêpişt dibîne.

Lema jî di her fersendê da êrîşî ser kurdna dike.
Lê hîn jî kurdên xayin pê ra ne..


Mêrik tenê xwe rast dibîne, tenê siyaset û îdeolojiya we rast dibîne. 

Dibêje tenê ez kanim tiştê rast, baş bikim.

Bêyî wî her kes li ser rêya şaş e, tiştên ne li rê û şaş dikin. Ew tenê za ye, bêyî wî her kes nezan, cahil ûş pir xerab e.

Tenê ew kane Tirkiyê baş îdare bike, bêyî wî kî were ser hukim felaket e.

Mêrik wiha difikire çimkî zorba ye, merivê zorba, zalim û dîktaxwe tenê rast û bi heq dibîne. Ji ber ku zorba ye, lema jî dibê dengê wî tenê derkeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE