08 juni 2018

Merivê zexel dikeve kemîna xwe



Amerîkayê bi peymana Minbicê hemû amadekariyên Tirkiyê yên êrîşî pûç kir û ew û çeteyên wê yên terorîst baş qeyd û merbend kir. 

Cepheya rojava êdî saxlem e. 

Mimkûn e ev peymana nabêna Amerîka û Tirkiyê, nabêna Rûsyayê û Tirkiyê jî xera bike.


Piştî peymana bi Amerîka ra pir ne dûr e Tirkiye him ji gotê bibe û him jî ji motê/dimsê...

Min bawer nedikir Amerîka vê camêriyê bike, lê Trump û Pompeo bêbextî nekirin, mêr derektin, wek pûştê Pûtîn bi kurdan ra bêbextî û qeleşî nekirin. Em naveroka peymanê baş nizanin. 

Lê li gel vê jî bi qasî meriv dibîne Tirkiye ji nuha û pê da li Kurdistana Rojava êdî ewê nikanibe tu jahrê belav bike. Pompeo qeydeke baş xistiye nigê gurên har.

Lema jî Erdogan êdî newêre qala êrîşa ser Minbicê bike. Ji dilê Minbicê ve nuha jî qala êrîşa ser Qendîlê û Mexmûrê dike.

XXX
Li Yozgatê hin alîgirên HUDAPARê lînc kirine. Ev xelata piştgiriya Erdogan e. Tirkan bi vî hawî HUDAPAR xelat kirine.
Ji bo tirkan pîvaz çi sor, çi spî, ferq nake, hemû kurd dijminên wan in.
Zilamtiya dewletê Hudaparê ji xezeba tirkan û dewleta tirk xelas nake. Dibê hemû kurdên AKPê, cahş û xayin jî baş bizanibin zilamtiya Erdogan ne xelasîye.

XXX
Erdogan bang li milet kiriye, gotiye pereyên we kirine bin balîfan derxin û têxin bankan û piyasê.

Dewleta wî top avêtiye, çavê xwe bera çend qurişên feqîran daye. 

Tucarê top davêje dest bi firildaqan û xapandinê dike. Perê Tirkiyê wek berfa roj bide ser dihele, hindik ma, dîsa ewê bibe kaxeta tuwaletê...

Kê neyartiya kurdan kiribe tu carî îflah nebûye, miheqeq têk çûne û tarûmar bûne.

Aqûbeta Erdogan û heramzadeyên me yên li dora wî jî ewê husran be...
Sebir bikin, hindik ma....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE