02 maj 2018

Tirkiye bi siyaseteke nîjadperest zanîngehên xwe gav bi gav ji kurdan paqij dike



Hukûmetê berî hilbijartinan mizgîniya efûya 500 hezar xwendevan da, lê belê xwendevanên kurd ewê bi ber vê efûya bertîlê nekevin. Yanî ji xwendevanên kurd ra ”efû” tuneye, efû tenê ji bo tirka ye.

Hukûmeta AKPê ji bo ku kanibe rayên milet bigre berî hilbijartinan bertîlan belav dike, gel rişwet dike.

Diyar e qezenckirin ne saxlem e, lema jî dest bi belavkirina bertîlan kirine. Hin bertîlên din jî belav dikin.


Lê belê xwendevanên kurd bi ber vê Efûya Erdogan nakevin.
Hukûmeta AKPê kurdan neyarê xwe dibîne. Lema jî zarokên dijminê xwe efû nake.

Herî kêm 70 hezar xwendevanên kurd ji zanîngehan hatine dûrxistin û di zindanên Tirkiyê dane.

Erdogan naxwaze mafê xwendinê bide van zarokên neyarên xwe. Lema jî xwendevanên kurd bi bahaneya ”terorê” derî ”efûyê” dihêlin...

Ev hukûmet neyarê miletê kurd e û di her fersendê da vê neyartiya xwe nîşan dide. 

Lema jî ev biyara hukûmetê jî ne ecêb e.

Tiştê ecêb bi hezaran kurd hîn jî bi AKPê ra ne. Ew xayinên nava malê ne, tîmên dewletê ne. Dibê kurd van xayinan ebeden efû nekin, bi çavê kurdayetiyê ebeden li wan nenêrin


Koalîsyona AKPê û MHPê biryara xwe dane HDPê çi bi rehetî û çi jî bi zorê di binê barajê da bihêlin.

HDP ji sedî 20ê rayan bigre jî dewleta tirk, hukûmeta AKPê ewê HDPê di binê baraja hilbijartinan da bihêle…

Ev biryara AKPê, MHPê û dewletê ye.

Li alî din CHP jî, partiyên din yên mixalifên AKPê jî naxwazin HDP barajê derbas bike û careke din têkeve meclîsta tirk.

Lema jî CHPê qet li deriyê HDPê nexist, çû bi sê partiyên biçûk yên wek IPê, DPê û SPê ra tifaq çêkir.

Yanî ne AKP û MHP tenê, CHP jî naxwaze HDP baraja hilbijartinê derbas bike û çend kurd bibin parlamenter.

Rewş ev e, hemû tirk, rastê wan, çepê wan naxwazin kurdan di meclîsa xwe da bibînin. 

Kurdên HDPê hûn çima hîn jî hustiyê xwe di kêrê didin?
Nekevin hilbijartinan, bi destê xwe, xwe neqawt nekin, bi destê xwe vê rejîma irqçî, faşîst û antî kurd bi têkçûna xwe ya bi hîle, ya berê biryara wê hatiye dayin meşrû nekin.

Bi vê hilbijartina bi hîle, bi şîke xwe nedin mexlûbkirin. Hûn 10 milyon ray bigrin jî ewê bibêjin we baraj derbas nekir.

Ji xwe ji bo kurdan tu maneyeke vê meclîsê tuneye, nemaye.
Hûn ketin meclîsê, hûn nuha di meclîsê da ne, we çi havil kir?

Çi feydeya meclîsê gihîşt miletê kurd?

Dibê kurd bi bin van şertan da, bi van qerarname û qanûnên irqçî û rewşa awarte da nekvin hilbijartinan, ji hemû dinyayê ra bibêjin li Tirkiyê rejîmeke irqçî û faşîst û antî-kurd heye û lema jî em vê rejîmê boykot dikin….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE