01 maj 2018

Rejîma Tirkiyê ji ya Îranê xerabtir e lê dîsa jî kes newêre navê Tirkiyê bigre devê xwe



Amerîka, Îsraîl li Îranê dijdînin, baş dikin. Lê Tirkiye ji Îranê ne kêmtir e, heta xerabtir e. Çima kes newêre navê Tirkiyê bigre devê xwe?

Rejîma Tirkiyê ji Komara Îslamî ya Îranê ne demokratîktir e.

Sûcên Tirkiyê di van 6 salan da li Sûriyê kirine ji yên Îranê zêdetir e, ne kêmtir e.

Têkilî, hevkarî û alvêra Tirkiyê ya bi Daîşê, Nusrayê û hêzên terorîst yên din ra ji yên Îranê bi terorîstên îslamî ra sed qatî zêdetir e.

Tirkiye hêlanî terorîstên îslamî ye. Serokên wan, giregirên wan, merkezên hemû hêzên terorîstên îslamî li Tirkiyê ne û her kes jî viya zane.


Hemû Daîşên Sûriyê teslîmî Tirkiyê dikin.

Tirkiyê di van 6 salên dawî da bi hin kesên çete û mafîa ra gelek karên reş kirin, ambargoya li ser Îranê qul kir, li dijî biryara Neteweyên Yekbûyî ket nava gelek têkiliyên neqanûnî, sûc û reş.

Banqeyên Tirkiyê bi destê hukûmetê, bi emrê wezîran gelek sûcên giran kirin.

Hemû terorîstên çûne Sûriyê û hatine, hemû terorîstên li Ewrûpayê qetil û teqandine kirine, hemû terorîstên ji Ewrûpayê reviyane di ser Tirkiyê ra çûne û hatine.

Tirkiye tîcareta koçberan dike, her roj bi sedan kesî rê dike ser Yûnanîstanê û Bûlgarîstanê.

Bi kurtî meriv kane bibêje sûcên Tirkiyê kirine ji yên Îranê ne kêmtir in, zêdetir in.

Lê li gel vê jî Amerîka, Îsraîl, Yekîtiya Ewrûpa Îranê rexne dikin, lê belê tu kes navê Tirkiyê nagire devê xwe, tu kes rexneyeke herî biçûk jî li Tirkiyê û hukûmeta AKPê nagre.

Li gel hewqas sûcên giran jî ne Amerîka, ne Îsraîl û ne jî Yekîtiya Ewrûpayê newêrin ji Erdogan ra bibêjin gula te tahl e.
Halbû rejîma Tirkiyê him ji bo herêmê û him jî ji bo dinyayê ji Îranê tehlûketir e. Lê dîsa jî kes newêre ji Erdogan ra tiştekî bibêje.

Çima hewqasî ji tirkan ditirsin, ya jî çima wek Îranê bela xwe di Tirkiyê jî nadin ez fêm nakim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE