19 maj 2018

Nivîseke min jî xêra xelkê ket nava reqoran




Li gorî ”pirtukakurdi” nivîsiye kovara KUND reqora firotinê û nivîsa Omer Faruk Baran ya li ser KUND jî reqora xwendinê şikandiye.



Yanî him yê KUND difroşe di firotinê da reqor şikandiye û him jî kesê KUND komentar û analîz kiriye nivîsa wî reqora xwendinê şikandiye.



Xêra xwedê ye, reqor li ser reqorê, ji zû da ye kovareke kurdî reqor neşikandiye.



Ez ji reqoran hez dikim.


Reqor tê maneya kalîte yê, xweşiyê, başiyê…


Nivîsa baş zêde tê xwendin.


Fîlmê baş zêde tê temaşekirin.


Diyar e xwenevanên kurd jî heqê kalîteyê dane.




Li ser KUND tiştekî nabêjim, çimkî min nexwendiye, lê heçî nivîsa Omer Faruk Baran e reqorşikandin heqê wê ye.

Li ser kovarekê nivîsek ancax kane hewqasî bi tefasîl û xweş be.



Xwedê heye, Omer Faruk Baran rexnegirekî hoste ye, yê xelkê du çav hene, yê wî çar in, gelek tiştên kes nabîne dibîne û bêyî ku dirêj bike ya jî li bin guhê hev xe dibêje. 



Di vê rexnegiriya wî ya xweş û bi hosteyî da rol û tecrûbeya rojnamevaniyê pir e. Rojnamevan dirêj nake, kin dibire, lê belê tiştê herî muhîm dibîne û derdixe pêş. 



Nivîseke min jî di KUND da heye, wê demê xêra van reqoran, nivîsa min jî reqor şikand. Yanî ne rasterast, ne yekser be jî, ez jî êdî xwedî reqor im.



Min xwest haya we pêxim, nivîseke min jî di nava reqorên kurdî da heye, dibê hûn bizanibin.


Lînka xberê 


Lînka nivîsa Omer Faruk baran

6 kommentarer:

  1. Apo gelek spas, lê tu bi methên wanî dikî ku ez çavên xwe bi xwendinê kor bikim :) Tên destên te.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ev çend car in bersîva te didim û nivîsa min wenda dibe, ji min ra dibêje profîlekê hilbijêre, ezê yekê hildibijêrim û dû ra wenda dibe. Berê tiştekî wiha ji min ne dipirsî. Gerek ji xwediyê xwe nepoirse.
      Kompîtor amin ne nuh bûya minê bişkanda
      Piştî ez nivîsê diweşînim, dibêje profîlekî holbijêre: Çend altarnatîf hene:
      Google konto
      Live journal
      Word Press
      Type Pad
      AIM
      OpenID
      NamnWebadress
      Anonym
      Ez kîjanê hildibijêrim jî nabe.

      Radera
    2. Gelş çareser nebûye. Heger tu kanibî çêkî ewê baş bibe.
      Bira navê min derkeve, ne anonym.
      Min tiştekî zêde negotiye, min gotiye tu karê xwe baş dikî û ev jî fikirê min e. Ev yek ne îltîfateke û ne hewce ye tu pê fexir û pozbilind bibî.
      Meriv karek kir dibê bixebite karö xwe baş bike.
      Dîsa diyar dibe îdîa kurdî nayê xwendin jî ne rast e, tiştê xweş û bi qalîte tê xwendin. Tiştê bêqalîte bi çi zimanî be jî nayê xwendin.
      Piraniya berhemên kurdî di warê zimên da zeîf in, zimanê wan sentetîk e, lema jî xwendevan jê fam nake. Tirştê meriv fam neke meriv jê heza nake û tiştê meriv jê hez neke meriv nakire û naxwîne.
      Sebebê Perxudres pir tê xwendin ne ji ber navê wê ye, ji ber ziman û naveroka wê ye, ji ber ku di nivîsan da qalîte heye.
      Ji min ra tîraja wê nivîsê bişîne ezê li ser vê meselê nivîsekê binivîsim.

      Radera
    3. Wey mala te hezar carî ava be, do bi şev ez merazarî bûm. Wa ye çê bû.
      Ji bîr neke reqema xwendinên wê nivîsê ji min ra bişîne.

      Radera

PARVE BIKE