19 maj 2018

Nebatên bi zirar



Di nava erdan, bîstanan, rez û bexçeyan da zexelî çê dibe, ji bo ku erd ji zexeliyê yanî ji gîha û nebatên bi zirar xelas bibe însan eşêfê dike, bi destan zexeliyê diçine, ya jî ji bo zexelî çê nebe derman dike. 

Heger zexelî neyê eşêfkirin, neyê kuştin dar, mêw, lem, çandinî rehet nakin, difetisin.


Zexelî, gîhayên bi zirar in, dibê werin tunekirin.


Dewleta tirk li wî erdî, li wê herêmê zexelî ye, gîhayeke, nebatekî bi zirar e. 

Wek gîha û nebatekî bi zirar dibê ev dewlet were eşêfkirin, dibê ji ortê rabe. 

Heta ev dewleta zexel û bi zirar hebe ew erd, ew ax, ew herêm ewê tu carî rehet neke, kêfê û şahiyê nebîne. 

Ji roja ev dewlet û ev miletê sentetîk, ev nebatê pir zirar li ser wê axê peyda bûye, vê axê rehet nekiriye, tim bûye herêmeke şer û teşxeleyan, herêmeke feqîr û paşdamayî… 

Mêrika Qudsê jî wek erdê xwe dibînin, yanî dixwazin Qudsê jî rojekê wek Efrînê dagir bikin…

Dibêjin her erdê di tarîxê da carê bûbe yê me, ewê heta û heta yê me bimîne. 

Lema Qudsê jî wek bajarekî xwe yê ebedî dibînin û ji bo wê jî tirk hewqasî xwe didirînin….

Hêvî dikim hinekî din jî bi pêş da herin…


Reîsê mezin, Xwediyê Tirkiyê û bavê tirkan yê nuh baş êrîşî Îsraîl û Amerîkayê dike, bira bike. 

Bi qasî xuya dike ev hevîr ewê hîn gelek av bigre. Bira bigre, pir baş e.

Çiqasî êrîşî Îsraîl û Amerîkayê bike ji mer ra baş e. Belkî bi vî hawî li bela xwe rast were.

Amerîka û Îsraîl jî ewê bêdeng nemînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE