06 maj 2018

Nav siyasetmedar be jî karê wan şelafî ye



Di dema osmaniyan da di qesir û qonaxên paşa û kesên dewletî da hebûna şelafan adet bû. Qesir û qonax bê şelaf nedibû. 

Rojekê begekî got ezê bi îmtihanê şelafekî bigrim qonaxa xwe. Û bi zilamên xwe ra xeber belav kir, got yê dixwaze bibe şelaf dibê filan rojê were vir, ezê îmtihan bikim. Kî îmtihanê qezenc bike ezê bikim şelafê xwe.

Piştî demekê ew roj hat û şelef li ber deriyê qesrê rêz bûn.
Xulaman şelafek birin huzûra beg.
Beg got:


-Tu şelaf î?

-Belê begê min, ez şelaf im.

-Lê qet durfê şelafan bi te nakeve.

-Çawa dibe begê min? Ez şelafekî pir baş im...

Şelaf dest bi methê xwe û şelafiya xwe kir, got nizanim min çend salan ji filan begî ra şelafî kir, nizanim çend salan şelafê kîjan qonaxê bûm, nizanim çend salan şelafê kîjan qesrê bûm û gelekî methê şelafiya xwe da.

Beg got:

-Tu neket serê min, derkeve derve.

Beg, bi vî hawî çend şelafên din jî îmtihan kir, ji hemûyan eynî pirs pirsî û wan jî eynî bersîva danê, hemûyan gotin, em şelafên pir baş û birincî ne.

Lê yek jî neket serê beg û yek jî negirt kar.

Beg pir bêhîvî bûbû, bawer nedikir ewê ji xwe ra şelafekî baş bibîne. Dor hat ser şelafê dawî. Şelafê dawî ket hundur. Beg bi rengekî bêhîvî û bêdil got:

- Kuro rast bibêje, tu şelaf î?

Şelaf bi hawakî ji xwe bawer got:

-Erê begê min, ez şelaf im.

Beg got:

-Lê durfê şelafa qet bi te nakeve.

Şelaf yekî profesyonel bû, hestîkojekî baş bû, di şelafiyê da luht bûbû, got:

-Rast e begê min, ez naşibim şelafa.

Beg sekinî, di bin çavan ra lê nêrî û got:

-Hela bise, wa ye tu hinekî dişibî şelafa…

Şelaf dîsa bi hawakî ji xwe bawer got:

-Rast e begê min, ez hinekî dişibim şelafa.

Li ser vê bersîva şelaf, beg ban zilamên xwe kir, got:

-Temam, dev ji lêgerînê berdin, min şelafê xwe dît.

Kesê şelaf dibê ne xwedî dîtin û şexsîyet be, dibê tu carî îtîraz neke, nebêje na, 
xwediyê wî jê ra çi got tesdîq bike, wefîfeya wî çepik û halandan e.

Berê şelafên padîşahan û began hebûn, îro şelefên partiyan û Erdogan hene, Erdogan ji spî ra dibêje reş, bi sedan şelafên kurd û tirk jî dibêjin rast e, reş e efendim. 

Erdogan dibêje na spî ye, şelafên li dorê jî dibêjin rat e, spî ye efendim.

Dem û dewran guherî ye, lê şelaf û şelafî dîsa jî heye. Navê wan ne şelaf  e, siyasetmedar e, lê belê karê dikin şelafî ye. Di TRTkurdî da keriyek şelafên kurd hene, hal û karê wan, wezîfeya wan şelafiya Erdogan û neyartiya tevgera kurd ya netewî ye


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE