12 maj 2018

Merivê heya pê ra nemîne kane her bêexêlaqiyê bike


Merivê bêar, bêheya, rûşuştî  kane her xerabiyê bike, çimkî fedî nake, ji ber ku bêar e, bêfihêt e. 

Merivê ji xwe, ji der û dora xwe fedî neke, heya pê ra tunebe kane bibe merivekî pir zalim û pir bêmerhemet. 

Merivê bêheya kane her teqleyê bavêje, kane her derewê û her bêbextiyê bike. 


Merivê bêheya ji bo berjewendiyên xwe kane têkeve her boyaxê, kane her hokebaziyê û fêlbaziyê bike, çimkî fedî nake, çimkî bêar e, ji ber ku carê tamara eniya wî ya şermê qetiyaye.

Merivê bêheya ji tu tiştî şerm nake, ji ber ku şerm nake dena(boyaxa) xwe tê da neke tuneye.

Dibê bi însên ra heya hebe, ar û fedî hebe. Bêarî tiştekî pir xerab e. 

Zalim merivên rûşuştî, bêheya û bêar in.

Heya, fedyokî ne tiştekî xerab e, ji bêrûtiyê gelkî baştir e. Fedî, heya dilpakî ye, qereketerekî baş û xweş e.

Yê meriv ji kirinên xerab û bêexlaqiyê, derewan, sextekariyê, diziyê dûr dixe fedî ye, ne fedî be însan kane gelek tiştên xerab bike.

Dibê meriv ji merivê bêheya, bêar bitirse.

Li gorî  Bernard Shaw, ”Însan çiqasî zêde şerm bike, hewqasî dibe xwediyê heysîyet û şerefê.”

Bi merivê beheya, rûşuştî, bêar ra heysiyet û şerf jî tuneye, merivê bi heya li ber xwe dikeve, fedî dike, bêbextiyê, derewa, neheqiyê, diziyê, zulmê nake.

”Fedî, ji bo însên tiştekî pir esasî ye, ji xwe ji tiştên însên ji heywên digerîne yek jî heya ye, şerm xesletekî mexsûsî însên e. 

Kesê şerm neke, heya pê ra tunbe, bêar be, kane her xerabiyê û her rezîliyê bike. Kane pir bêmerhamet û bêûjdan be.

Bala xwe bidin zalimên, dîktatorên, şelafên, xayinên, cahşên der û dora xwe, hûnên bibînin  hemû jî merivên bêrû,  bêheya û bêar in… 

Merivê heya pê ra nemîne kane her bêexêlaqiyê, her xerabiyê bike...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE