16 maj 2018

Meriv naçe şîna dijminê xwe



Yê neyê şîna meriv, meriv jî naçe şîna wî. Meriv naçe şîna dijminê xwe.

Heger meriv here, ya meriv kêmaqil e ya jî bênamûs e.
Yê neyê daweta meriv, meriv jî naçe daweta wî.

Heger meriv here, ya meriv kêmaqil e, ya jî bênamûs e.

Lê gelek kurd diherin şîna kesên nayên şîna wan, diherin daweta kesên nayên daweta wan.


Filistînî û musilman ne tenê piştgiriya kurdan nakin, li dijî kurdan piştgiriyê didin dijminên kurdan.

Serokê Hamasê yê berê Xalid Meşal hîn wê rojê bi dagirkirina Efrînê kêfxweşiya xwe anî zimên û dagirkirina Efrînê ”wek zafereke musilmanan ya li hemberî kafiran” bi nav kir.

Lê rast, çep, dîndar û ne dîndarên kurd, hemû partiyên kurd dîsa jî wek sewdaliyê filistîniyan Îsraîl û Amerîkayê protesto dikin.

Bi dijminên xwe ra şerê dostên xwe dikin, dostên xwe protesto dikin…

Heta bigihîje şirnexî jî îro ji bo filistîniyan meşiyan e.
Şirnex ji bin da hat wêran kirin, bi sedan kes li Şirnexê hatin qetilkirin. Rojekê filistînî li Xezayê ji bo kurdan nemeşiyan û serokekî filistînê ew hovîtîya anîn serê gelê Şirnexê protesto nekir.

Lê şirnexî îro dîsa jî bi alên tirk Îsraîl û Amerîka protesto kirine…

Hewqas kêmaqilî jî zêde ye, hewceyî tedawiyê ye…

Vira ne Xeza ye, vira Şirnex e
Kurdên ji bo vê hovîtiyê nemeşiyan ji bo Qudsê dimeşin

Kurdê li hemberî Îsraîl û Amerîkayê piştgiriya Hamasê bike ya kêmaqilekî li dera hanê ye ya jî sedîsed ne dostê kurda ye, dixwaze kurdan hogirî neyar û celadê wan bike.

Piştî dagirkirina Efrînê, serokê Hamasê Xalid Meşal Tirkiye pîroz kir, dagirkirina Efrînê ”wek zafereke musilmanan ya li hemberî kafiran” bi nav kir. 

Serokê Filistîn Mahmûd Abbas hîn do bû got, ”heger Esed bikeve ewê Kurdistan çê be û ev jî felaketeke.”

Nuha jî Salahadîn Demirtaş, KCK, PKK ji bo Hamasê Îsraîl protesto dikin û dixwazin kurd li hemberî Îsraîl bi filistîniyan ra bibin yek.

Vana bi aqilê kurdan dikenin, kurdan dixin dewsa ehmeqan. Dixwazin kurd bi xêrnexwaz û dijminên xwe ra şerê dostên xwe bikin. 

Amerîka maye dixwazin Amerîkayê jî bikin dijminê kurdan ji bo ku tirk û ereb bi rehetî û bi kêfa dilê xwe kurdan qir bikin...

Partiya, serokê, siyasetmedarê ji kurdan ra bibêje bi filistînî û bi tirkan ra Îsraîl û Amerîkayê protesto bikin ew ne dostê kurda ye, dixwaze kurd ji celadên xwe û ji alîkarên celadên xwe hez bikin.

Kurdê li hemberî Îsraîl û Amerîkayê piştgiriya Hamasê bike ya kêmaqilekî li dera hanê ye ya jî sedîsed ne dostê kurda ye, dixwaze kurdan hogirî celad û neyarên wan bike…

Partiya ku bi Hamasê ra, bi AKPê, bi Erdogan û Perînçek û hêzên îslamî ra bibe mitefik û Amerîka û Îsraîl protesto bike ne partiyeke kurd e, dibê kurd xwe ji wê partiyê dûr xin.

Ne ku ez dibêjim Îsraîl dostê me û dibê em Îsraîl biparêzin û dijminatiya filistîniyan bikin. Na ez tiştekî wiha nabêjim, ez dibêjim piştgriya Hamasê, hevalbendiya bi îslamîstan û bi kes û hêzên ne dostê me ra ne rast e, kêmaqilî ye.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE