10 maj 2018

Mêrdîn bûye merkezeke kulturî û kurdayetiyê




Dara bi fêkî her kes kevirê xwe davêjê. 

Mêrdîn û hin qezayên wê, Qoser û Nisêbîn di van salên dawî da bûne wek dara bi fêkî, bûne merkezeke kultur û edebiyatê û kurdayetiyê. Kultur, edebiyat, weşangerî, kurdayetî li Mêrdînê û hin qezayên wê bi pêş ketiye, geş bûye.

Li gorî herêmên din Mêrdîn di warê xebat û aktîvîteyên kulturî, edebî û kurdayetiyê da gelkî bi pêş ketiye. 

Ev serê salan e komên xwendinê lê hene. Van komên xwendinê piştî salan berhem dan, gelek nivîskar û şair çê bûn. Di medyaya sosyal da tu hinekî bi dû secereya kîjan nivîskarî, kîjan şairî dikevî mêrdînî derdikve.


Komên xwendinê semîneran didin. 

Ban nivîskaran dikin, li ser xebat û berhemên wan sohbet dikin. 

Şevên edebiyatê çê dikin.

Kovaran derdixin.

Axir dikin û ha dikin, karên dikin bi jimar nayê..

Gelek mêrdînî di medyaya sosal da jî akîtf in û hema hema hemû bi kurdî dinivîsin. Rexnegirên wan hene.
Di telewîzyonan da dixebitin.
Bi kurtî Mêrdîn û hin qezayên wê bûne wek dareke bi fêkî û lema jî her kes kevirê xwe davêjê. 

Hin kes ji mêrdîniyan didexisin û caranan bela xwe di wan didin, hin xîç mîçan davêjin ji wan da.

Lê normal e, tiştê meriv jê mahrûm dilê meriv dibijê, meriv jê didexise.

Ez bi xwe mêrdîniyan, qoserî û nisêbîniyan teqdîr dikim, dibêjim xwezî Wêranşara min jî wek van bajaran bûya. 

Xwezî li Wêranşarê jî hewqas aktîvîteyên edebî hebûna. 

Xwezî ji Wêranşarê jî hewqas nivîskar, şair, hunermend derketana.

Xwezî wêranşariyan jî bikanîbûya kovareke bi kurdî derxista.

Xwezî çend şairên Wêranşarê jî yên bi kurdî dinivîsin hebûna…

Erdê wan, zeviyê mêrikan şên e, bi berhem e, her babet fêkî û kulîk lê heye. 

Wêranşar beyar e, ne komên xwendinê lê hene, ne kes kovaran derdixe û ne jî civînên edebiyatê çêdibin.

Çend kesên me wêranşariyan hene, lê li gorî mixaza mêrdiniyan, ya me dikane beko ye û du qalib sabûna me heye. 

Lê bajarên ji Wêranşarê xerabtir jî hene. Ma çend nivîskarên Rihayê hene?

Ma çend kovarên kurdî li Rihayê derdikevin?

Swêrega pir pesnê xwe dide, li hemberî Qoserê sifir e. Min bi heta nuha tu çalakiyeke kulturî, edebî li Swêregê, Rihayê, Sirûcê nebihîtiye.

Weleh caranan navê Batmanê dibihîzim. Wekî din hebe tunebe Mêrdîn e. 

Mêrdîn û hin qezayên wê çima hewqasî bi pêş ketin, çima bûn merkeza kultur û edebiyatê ez baş nizanim. 

Mimkûn e tesîra zanîngeha Mêrdînê çê bûbe. 

Lê ez dibêjim berê jî Mêrdîn di vî warî da derketibû pêş.

Kane tesîr û rola komên xebatê jî hebe. 

Van koman xwendin bi pêş xistin, ji nava koman nivîska rû şair derketin, yên berê hebûn bi pêş ketin û çend kesên din li xwe zêde kirin. Yanî bû wek guloka berfê, her ku çû mezin bû.

Koma Xwendinê ya Vejînê di 15ê mehê da Şêwra xwe ya 42a çê dike. Şêwrên wiha ji çend mehan carê ye nizanim, lê diyar e ev çend sal in dom dikin. Ez bawer dikim hin komên din jî hene. Çend ciwan berhemekê dixwînin û dû ra li ser sohbet dikin.

Meriv kanibe li bajarên din jî komên wiha çê bike ewê pir baş be. Dibê Qoser(Qezê)ji we ra bibe numûne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE