16 maj 2018

Mame di orta xelîl û celîl da



Di vê derya medyaya sosyal da ez rojê tiştekî nuh fêr dibim.
Lê roja din tiştekî din derdikve hemberî min. Wê fêr dibim, roja din îcar tiştekî din derdikve…

Li hemberî sureta van îcadan gêja min dihere, aqilê min çelqiya ye. Carnan xwe kêmaqil his dikim.

Heta nuha min xwe qet nêzî Instagramê nedikir, min ji xwe ra digot blog, hotmail, gmail, facebook, twitter, linkedin, Skype, messenger, Whatsapp, Viber besî min in, Instagram ji min ra ne lazim e.


Dû ra çendakî berî nizanim çawa bû min çend rismên xwe belav kirin.

Min digot belkî înstagram tenê ji bo belevkirina risim, vîde û tiştên wiha ye. Min nizanîbû meriv kane wek Messengerê, wek Whatsappê, û Facebookê bi kar bîne, di Instagramê da jî danûstendinê bike.

Îro bêhemdî û hinekî jî bi tirs min pê li çend deran kir, ez bi serhev çûm û çûm, min pê li ku kir paceyeke din vebû, ketim bîreke bêbinî.

Min dît çend kesan ji min ra silav şandine, mesaj şandine, xwesitine bi min ra bipeyivin.

Meraqa min zêde bû, vir da wê da axirê min bersîva xortan wan da, kesên min bi şaşî asteng kiribûn ji nuh ve da azad kirin. Kesên ez taqîb dikirim nas kirin û ez jî bûm hevalê çend kesan.

Dû ra min fêm kir ku ev bêxwediya Instagramê  jî tiştekî wek facebookê ye, belkî tam ne wek hev bin, ferqiya nabêna wan çi ye ez nizanim. Lê meriv kane eynî karî pê bike.
Ez gêz bûm. 

Înformasyonên zêde meriv gêjomêjo dike..

Ma bi rastî hewqas torên sosyal yên danûstendinê (komunîkasyonê) hewce ye, şert e?

Berê here were qelem bû.

Dû ra daktîlo derket. Ez wê fêr bûm.

Dû ra kompîtor derket. Ez wê jî fêr bûm.

Dû ra hotmail, gmail, nizanim çi mail derket. Ez wan jî fêr bûm.

Dû ra blog derket. Ez Blogê jî fêr bûm.

Dû ra Facebbook derket. Min got ya ela ya sebûr, ez Facebookê jî fêr bûm.

Dû ra twitt derket. Piştî demek dudilî Twittê jî fêr bûm.
Dû ra messenger derket. Messngerê fêr bûm.

Dû ra Wîber derket. Min got emrê min ji Xwedê û Wiberê jî êr bûm. Him jî bi kêf, çimkî minê belaş telefon bikra.

Dû ra WhatsApp derket. WhatsAppê jî fêr bûm.

Dû ra Linkedin derket. Bi salan min xwe jê dûr xist, hevaltiya kesî qebûl nekir. Çimkî min bi kar nedianî. Lê dû ra ez Linkedinê jî fêr bûm.

Dû ra Google Plus derket. Google Plusê jî fêr bûm.
Nuha jî Instagram derketiye.

Windows Live û çend hebên din jî hîn hene, ez navê wan nizanim.

Ez feqîrê Xwedê ezê kîjanê fêr bibim, kîjanê fêr nebim?
Yekê hîn baş fêr nebûme, yeka nuh derdikve.

Ma ez bûm Emer Faruk Baran, Înanolo, Esrakê û xanima û Nanoziko, ku kanibim hewqas tiştî nas bikim û bi kar bînim?

Ma serê min kûpê êqil e?

Ma ez hamîhama û xwediyê aqil û fama me?

Û di ser da jî ezê him bixwînim û him jî binivsîm?

Ma ez bûm William James Sidis?

Bi Xwedê IQya min 200 be jî têrê nake, ez nikanim di vî umrî da,  li pey hev hewqas tiştî fêr bibim.

Ya din ma fêrbûna, bikaranîna hewqas tiştî hewce ye?

Facebook heye bes e, em kanin pê her karê xwe bibînin?

Çi yê Facebookê ji Instagramê kêmtir e?

Gerek ez rojê li 10-15 deran binêrim hela ka kê ji min ra çi şandiye?

Facebook, Twitter, Google Plus, Linkedin, blog, hotmail, gmail, Wiber, WhatsApp, Messenger ne bes bû, nuha jî Instagram bû qembûrê ser zembûr.

Erê em zanin hûşn mêrikê ”gawir” biaqil in, jîr in, lê hewqas îcad jî zêde ye. Xwarina zêde zikê meriv diêşîne, vexwarina zêde meriv serxweş dike. 

Bes e yaho bes e, we bîn li me çikand, em nikanin kitêbekê bixwînin, nikanin bi xanimê ra sohbteke şîrîn bikin.

Tu nemaye xanim min ji bal biqewitîne. Ez ditirsim rojekê bi çakûçan bi kompîtora min keve û xwe jê xelas bike…

Temaşekirina li telewîzyonê bêyî xeberên swêdî ji xwe ji zû da ye min ji bîr kiriye. 

Telewîzyonên tirkî ji xwe ev çend sal in li mala me yasax e.

Şikir ji Xwedê ra di mala me da bêyî min kes bi tirkî nizane. Gava tirkek viya dibihîze, ji ber ku malbata min ji ber çerxa asîmîlasyonê xelas bûye him matmayî dimîne û him jî di hundurê da xwe da dibehece.  

Li alîyekî ez wa dibêjim û van gazinan dikim, lê li aliyê din jî destê min jê nabe, her quzulqurta derdikve ez meraq dikim, bi qeliza, bi çarpêkî, hêdî hêdî xwe nêz dikim. 

Nuha jî dora Instagramê ye, dibê vê bêxediyê jî nas bikim.

Qey şansê min e?

Li vê dinyayê çiqas karê zahmet heye tê min dibîne…

Ez dixwazim bibêjim berê xweştir bû, lê devê min nagere.
Mame di orta xelîl û celîl da…

2 kommentarer:

  1. Apê Zinar welleh ez jî ewqas mecrayên sosyal medyayê nas nakim, te çawa qal kir ez jî gêj bûm. Pêlek e ji instagram û facebokê dûr im û dixwazim dûr bim. Bi ya min jî zêdehiya sosyal medyayê serêşî û tevlihevî ye çimkî her heman tişt bi rengekî din her tekrar dibin. Tevî ku ez çêyiya sosyal medyayê diparêzim lê zêdehiya wê çê nabînim. Axir dîsa cihên herî baş û ewle blog ú email in, însanên me xwe fêrî ciddiyeta mailan nekirine mixabin.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Bi rastî pir bûye, ne hewceyî hewqas tişt e, piranî wek hev in. Wek te jî gotiye, ya herî baş blog û e-mail e. Yên din wek karnawala Rio de Janeiro ye...

      Radera

PARVE BIKE