11 maj 2018

Li gorî wê mêzîn şaş nîşan dide


Xanim ji zeîfbûna min hesûdiyê dike, didexise. Dilê wê pir dibije bejn û bala min ya zirav…

Min nuha xwe wezinand, mêzînê 62 kîlo nîşan da.
Min got xanim, ez 62 kîlo me !

Got, mêzîn şaş nîşan dide, nabe tu 62 kîlo bî. Tu zêde ye.
Min got, kerem bike were tu jî xwe biwezinîne, bira te jî kêm nîşan bide …


Got, mêzîn şaş nîşan dide, ez xwe nawezinînim.

Min got, bira şaş be, ma qey min hindik û te zêde nîşan dide?
Got erê, carnan kêm, carnan jî zêde nîşan dide…

Û xwe newezinand. Bi dizî xwe diwezinîne.

Lê ez zanim ji min girantir e.

Li gorî wê mêzîn min kîloyên min hindik û yên wê jî zêde nîşan dide...

Yanî ev dikeve serê kê?

Zeîfî baş e, ez jê memnûn im, lê hemû kincên min ji min ra mezin bûne, ji 76 kîloyî daketime 62 kîloyî. Berê min kincên min L bû, nuha daketiye S û caran jî M. 

Ev jî geleşeke mezin e…

Ya gerek ez hemû gardirobê biguherim ya jî ji nuh ve xwe qelaw bikim…


XXX


Tiştê meriv xwend dibê meriv li ser bifikire, jê tiştekî fêm bike, ftiştekî êr bibe.
Xwendina bêyî fikirandin wek xwarina meriv necû, hema daqultîne.
Erê "xwendin meriv biaqil nake, lê zana dike", ew jî baş e. Ji nezaniyê çêtir e.

2 kommentarer:

  1. Hahhhhhhaha :) Apo ez jî çend ro ne neçûme ser mêzîn e, ez dibêm qey ez darim ber sêdarê gava ber bi mêzînê dimeşim :)

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ez bawer dikim mêzîna te jî xerabe ye, şaş nîşan dide. Netirse, netê ye...

      Radera

PARVE BIKE