15 maj 2018

Kurd dîsa ji bo xêrnexwaz û dijminên xwe xwe didirînin



Li Diyarbekirê îro bi hezaran kurd dîsa ewê ji bo filistîniyan bimeşin.

Bi hezaran kurd, siyasetmedar û serokên kurdan dîsa ewê bi dijminên xwe ra dijminatiya xêrxwaz û dostên xwe bikin.

Kurd ne miletekî normal e, bi piraniya kurdan ra Sendroma Stockholmê heye, bûne evîndarê xêrnexwaz û dijminê xwe, ji neyarê xwe hez dikin…


Li gorî xeberên medyaya sosyal Demirtaş jî banga meş û protestoyên li dijî Îsraîl kiriye. HDP, Huda-Par, Tevgera Azadî û partiyên din jî piştgiriyê didin protestoyên li dijî Îsraîl. 

Partiyên kurdan li dij in Qudis bibe paytexta Îsraîl. Qudis ji berê da paydexta Îsraîl e.

Partiyên kurdan li dij in Amerîka Qudsê wek paytexta Îsraîl nas bike û konsulxaneya xwe bibe wir.

A ji bo van tiştan tevgerên îslamî, Huda-Par, HDP, Tevgera Azadî û bi hezaran kurd îro li Diyarbekrê ewê dakevin kuçe û kolanan û qiriqê li xwe biqetînin, dijminatiya Îsraîl û Amerîkayê bikin.

Tevgera filistîn ya siyasî, gelê filistîn, dost û hevalên filistîniyan tu carî piştgiriyê nadin kurdan, tu carî li dijî zulma li kurdan dibe dernakevin, lê kurdên totikvala xwe ji bo filistîn diçirînin.

Daîşê Kurdistan wêran kir, bi hezaran kurd kuştin, jinên kurdan revandin li mazatan firotin, yek rojê jî serokekî filistînî ev hovîtiya Daîşê protesto nekir, gelê filistîn rojekê li Xezayê ji bo kurdan nemaşiye.

Tirkiyê 12 bajarên kurdan bi erdê ra kirin yek, 4-5 hezar însan kuştin, berpirsiyarekî filistînî rojekê jî Tirkiye şermezar nekir, gelê filistîn rojekê jî ji bo kurdan nemeşiya.

Kerkûk, Şingal, Xurmato, nîvê Kurdistana başûr û Efrîn hat dagirkirin, yek serokekî filistînî jî li dijî vê dagirkeriyê derneket û Tirkiye û Îraq protesto nekir, gelê filistîn ji li Xezayê ji bo piştgiriya kurdan daneket kolanan.

Lê ne xema kurda ye, filistînî û serokên tevgera filistîn dijminatiya kurdan bikin jî, piştgiriyê bidin dijminên kurdan jî ne xema kurda ye, serokên kurdan, gelê kurd dîsa jî ewê xwe bike qurbana filistîniyan.

Ji ber ku ji sedî 90 kurdan  nezan in, kêaqil in. Bi piraniyeke mezin ya kurdan ra Sendroma Stockholmê heye, yanî kurd bûne heyranê, evîndarê celadên xwe.

Yên welatê kurdan dagir kirine ereb û misilman in.
Yên kurdan dikujin ereb û misilman in.

Lê kurd dîsa dostê wan in, dîsa piştgiriyê didin ereb û misilmanan.

Yên piştgiriyê didin dijminên kurdan ereb, filistînî û misilman in.

Lê kurd dîsa jî xwe dikin qurbana filistîniyan û misilmanan, dîsa jî ji bo wan xwe diçirînin.

Yê li hemberî ereb û misilmanan piştgiriyê dide kurdan, yê nahêle Tirkiye Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşloyê û hemû Kurdistana rojava dagir bike Amerîkaye, yê nahêle Tirkiye kurdan ji bin de qir bike Amerîka ye, lê kurd dîsa jî li Diyarbekrê Amerîkayê protesto dikin û piştgiriyê didin neyarên xwe, bi neyarên xwe ra dostên xwe protesto dikin.

Piraniya kurdan, belkî ji sedî 90, belkî jî hîn zîde kêmaqil e, dost û dijminên xwe ji hev nagerîne, lema jî partiyên kurd îro li Diyarbekrê bi dijminên xwe ra Îsraîl û Amerîkayê protesto dikin, piştgiriyê didin kes û hêzên xêrnexwazên xwe, dijminên xwe.

Wiha dikin çimkî kurd hîn nebûne milet, çimkî piraniya kurdan ji zilamtî û xulamtîya xelkê, ji zilamtiya dijminê xwe hez dikin, dixwazin tim bindest û koleyên xelkê bin...

Meşa îro li Diyarbekrê çê dibe û bi sedhezaran kurd ewê beşdar bibin, îspata vê kêmaqilî û xulamtiya kurda ye.

Ev kesên îro Îsraîl û Amerîkayê protesto dikin û dibêjin Quds bajarekî ereba ye, li dijî dagirkirina Kerkûkê û Efrînê dernektin, piştgirî nedan kurdan.

Lê ji bo filistîniyan dadikevin meydanan, çimkî carê fêrî zilamtiya xelkê bûne, care fêrî koletiyê û bêxîretiyê bûne û we selam…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE