20 maj 2018

Kurd çima bi qasî faris, ereb û tirkan ne biaqil in ?



Kurd li Amedê şampîyoniya Galatasarayê bi coşeke mezin pîroz dikin.

Merivên cahil, merivên totikvala pir rehet dibin zilam û xulamên xelkê û dijminên xwe.
Çimkî aqil tuneye.

Lê dibê em bizanibin xeta xwar ji gayê pîr da ye. Yanî ji partî, mezin û rêberên kurda da ye.
Siyasetmedar û serokên kurdan aqilê hebû jî ji serê kurdan birin, ji dêlî ku kurdan şiyar bikin û bikin nasyonalîstên kurd, kurd kirin nasyonalîstên tirk û amîgoyên Galatasarayê....


Dibê sosyolog û antropologên kurd serên xwe bi vê kêmaqiliya kurdan ra biêşînin, kurd çima ji tirkan, ereb û farisan kêmaqiltir in, çima bi qasî wan ne nasyonalîst in?

Ev kêmaqilî him di warê civakî da û him jî di warê ferdê da xwe nîşan dide.

Û meriv çawa û bi kîjan rêyan kane kurdan ji vê kêmaaqiliyê xelas bike, biaqil bike?

Tosinê Reşîd Derdekî mezin e!

Sedrettin Yigit Kurdistanê tevî da heye derdekî bê dermane bê xîretî

Emin Kaya Werzîş tîştekî gelemperî ye bila pîroz kin tiştekî nake

Mraze Camal FELEKREŞIN.

Rizgane Nure dîn sîpor amurê pişavtinê ye ji bo roma reş

Zinarê Xamo Emîn, spor mipor ferq nake, merivê biaqil bi tu serketineke dijminê xwe şa nabe. 

Tu filistînî bi serketina taximekî îsraîl şahiyê nake.
Tirk bi şampîyoniya Dalkurdê ya jî taximekî Kurdistanê li Anqerê şahiyê nakin.
Kêmaqiliyemke wiha mexsûsî kurdan tenê ye.


Emin Kaya Belê kekê rêzdar tu rast dibêjî teqez wîsane lê ka emê çi bikin milyonan kurdê me derketine kolanan pîrozîya xelkê dikin mixabin.

Azad Akdogan Memosta çima gotinwe garavê yani ne zelale. ma birêz A ocalan ne heyiranênq ji en GALETE SERAYE bu? gotineqê pe$iyen kurdan haye diben go melayen cimàte (ha$a ji huzura canbêwê u xatun u camer en go wan herdu rezan bi xwinîn ) ba ji ber hère cîmât wen binê xwê tijî biqin. yani wexte go serok u reberê civaqê çibiqin xelqê ji çavliwandiqin. wexte go A ocalan digot ez hayirane g serayeme tu kesi ji siyaset maedar u rew$anbiren kurda çitên ji Wan dernediket le go Fekir u belengazen xeliq bejin guneyê. yani nego ez hak nadime canbewê. le divê $a$iti ji bingihê werê rexenêkirin. bi silav u rez..

Zinarê Xamo Azad Akdogan, kî bûbe dilxwazê taximên tirk min rexne kiriye. Abdulah Ocalan jî di nav da. Li ser vê mijarê çend nivîsên mn hene.
Û di vê nivîsa xwe da jî min ji xelkê nezan bêtir partî, siyasetmedar û serok rexne kirine. Min gotiye:
"Lê dibê em bizanibin xeta xwar ji gayê pîr da ye. Yanî ji partî, mezin û rêberên kurda da ye.
Siyasetmedar û serokên kurdan aqilê hebû jî ji serê kurdan birin, ji dêlî ku kurdan şiyar bikin û bikin nasyonalîstên kurd, kurd kirin nasyonalîstên tirk û amîgoyên Galatasarayê."
Diyar te nivîs nexwendiye ya jî fam nekiriye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE