14 maj 2018

Ji devê dêya min çend tiştên pir hêja -3-

Birayê min Mihemed Berzan, keça wî Dîcle û dêya min


Ez vî beşî li vir diqedînim. 

Ez rastî gelek tiştên din jî hatim. Tiştên wek kilamên bûk û dawetan, yên dankutanê, gotinên pêşiya û tiştanok û hin tiştên din.  

Lê dibê li ser wan bixebitim, hinekî ji hev bigrim. Hêvî dikim di rojên pêş da wan jî peyder pey biweşînim.

Şeqşeqo: Pez jê hez dike. Mîtrokê, heta du mîtroyan dirêj dibe..

Qirşxezalk: Wek şemsiyê dibe û kulîlkên pembe û şîrkî vedike. Xezal dixwin.
Şekrok: Wek pûrta juju(jijo) ye. Navekê dirêj dibe. Kulîlkên hişin lê dikevin. Meriv wî sîxê wek yê jujuya qaş dike, di hundur da hebek wek heba tirî heye. Sîxên wê dibe çîtên bin kungiyan, binê hîza, meriv fera fol û hîz dide ser.
Gunî: Gîhake bi strî ye. Deve jê hez dike. Benîşt jê şê dibe. Zivistanê dikizirînin, dikutin û vediçirînin û didin terş, heywîn.
Bilbiz: Heywan dixwe.

Çîçekên rengîn, zer, şîrkî, gewr vedike, bi bîn e.

Diyarbekir, birayê min Faîk, xsnima wî, dêya min û ez

Nêrgiz: Wek pîvazê ye. Dora çîçeka wê spî û zer e, wek hêkê ye. Dibêjin mere bilbiz û nêrgizê bigihînin hev miradê meirv dibe. Heta dibêjin çaxa Pêxember nan û hêk xwariye ji wê nêrgiz çê bûye.
Petîşok: Fena lemên şelenguya ye. Hin tiştên wek şelengo biçûk pê ve çê dibin. Nayê xwarin.
Şelengo: Cinsekî uncûr e, hişin e û  top e. Li Wêranşarê çê dibe. Hinên wan kanin tahl jî derkevin. Ne bejî ye, wek xiyar û uncûran tê çandin.
Kember: Strî ye, tevî hinê dikin. Heywan jî dixwe.
Guhuk: Tiştekî wek uncûra pê ve çê dibe. Nayê xwarin.
Çeqçûr: Tê xwarin, tahma qahwê jê tê. Hebên wê bi qasî hebên tirî ye, dikelînin û diqelînin.
Karî. Du şikil karî heye, karî yê zinara û karîyê bi gulik. Pincarekî tê xwarin. Li Qerejdaxê pir e. Tahl e, carê bi avê tê kelandin. Dû ra bi şuşiya penêr tê kelandin û ji bo ku zuha bibe li ber rojê tê raxistin. Bi hûrika birincê, nok û simaqê tirşika wê xweş e. Meriv davêje ji ber birincê û bulxur jî.
Rezkêrûvî: wek wek tû ya, tirîreşk e, sor û reş e. ê xxwarin.
Nanêçûkê: Wek papê tirî ye, li ser zinaran hişin tê.
Hewajo: Serê wê bi strî ye, reha wê sor e û li dora nîv mîtroyê dirêj dibe. Wek derman bi kar tînin. Rûn sor dikin û hinek hewajo davêjin nav, dibe wek melhemê û dikirin çavê însên.
Xurnûg: Heywan dixwe. Wek ceftê jî bi kar tînin. Kun û meşk pê baş debax dibe.
Mazî: Wek gûzê top dibe û zer e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE