05 maj 2018

Îsal jî ev rêwîtî bû nesîbê me



Weleh nizanim min baş kir ya jî xerab kir, min do ji bo xwe û xanim bilêteke seyahetê/ger û seyranê kirî. 

Di 25ê gulanê da emê herin û di 3ê hezîranê da vegerin. Yanî deh(10) rojan emê 4 welatan, Polonya, Lîtwanyayê, Letlandê, û Estlandê bibînin…

Rêwîtiya me bi otobozêye û bi rêber e. Emê ji Stockholmê herin Malmoya Swêd û şevekê li wir bimînin û ji wir jî herin Danîmarkayê û ji wir jî herin Polonyayê, Gdanskê. 

Dû ra emê herin paytexta Lîtwanayayê Wîlnîusê û paytexta Letlandê Rîgayê û paytexta Estlandê Tallînê. 


Yanî di rêwîtiya xwe ya 9 rojan da emê 4 welatan, sê paytextan û çend bajarên din yên van herçar welatan bibînin, bi rêber li wan bigerin.

Ez û xanim teqawit(xaneşîn) in û îngilîziya me herduyan jî tuneye û zimanên em zanin jî ji bo seyahetê bi kêrî me nayê. Lema jî rêwîtiya bi rêber ji bo me pir rehet û xweş e.

Êrê dinya biçûk bûye, ger rehet û erzan bûye lê belê îngilîzîya meriv tunebe meriv nikane here bigere. 




Ji bo gerê pere, pasaport û îngilîzî lazim e. Pasaporteke xelkê xêra xwe daye me heye, pere jî em îdare dikin, lê îngilizî çare lê nabe.

Bihata kirîn bi Xwedê min bikiriya û xwe ji vê kêmasiyê xelas bikira…

Carnan cin tên dora min û ji min ra dibêjin Zinar, rabe here di taliya umrê xwe da îngilîzî fêr bibe û jiyanê li xwe û li xanima xwe rehet bike. 

Lê tu carî guh nadim gotonên cinan, wan ji dor xwe diqewitînim, dibêjim ji kerama xwe ra ji min dûr kevin…


Sebebekî din yê seyaheta me ya bi otobozê jî ne ez û ne jî xanim, em ne turîstên ajnêber û heyranên peravên deryaya ne. Ez dîsa kanim hinekî tahmûl bikim, lê nabêna xanimê û avê ji bin da tuneye. Lema jî gera me bêtir dîtina welatan û bajara ye.

Ji ber wê jî ji dêlî ku em herin ber behran,  xwe bidin ber rojê û xwe biqelînin, em diçin li welatan digerin, bajaran dibînin.

Salê çûnî/par em çûn Îtalyayê, em li Florensê, Blognayê, Sîenayê û li çend bajarên din geriyan. Gereke pir xweş bû, Îtalîya welatekî wek cinetê ye, pir xweş e.


Îsal min dixwest herim welêt, lê ya rast min him cesaret nekir û him jî naxwazim herim Tirkyê û perê xwe bidim tirkan û ruyê wan yê qebîh bibînim. 

Nuha psîkolojiya min ji çûna Tirkiyê ra ne misaîd e. Xanimê payizê here, dixwaze dêya xwe bibîne.

Min jî gelkî bêrîya dayika xwe û şêwrên wê kiriye. 

Ya din li Diyarbekrê, li Mêrdînê, li Rihayê û li hin derên din çend hevalên minê nuh çê bûne, ez pir dixwazim wan xortan bibînim û çend rojan bi wan  ra derbas bikim. Lê bira bimîne demeke din. 

Kurdistan, Wêranşar, Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û hemû xort, dost û hevalên li ber dilê in pir ezîz, dilê min bi we ra ye, ez ji we pir hez dikim, hûn tim di bîr û bala min da ne, ezê werim…


2 kommentarer:

  1. Weleh ev ger heqê we ye, ezbenî! Hema heta ji we ve qedîya xwe li bûyerên weha biqelibînin û me ji gernameyên xwe jî mehrûm nehêlin.

    SvaraRadera

PARVE BIKE