03 maj 2018

Berê însan wek nuha hewqasî ne bêwefa bûn


Piştî Efûya Ecevît ya 1974a bû. Xwendevan û kurdperwerên di darbeya leşkerî ya 1971ê da ketibûn zindanan, hatibûn berdan.
Zindan vala bûbûn.
Kurd kêfxweş bûn.
Di nava xortan da lêgerîn û tevgereke mezin dest pê kiribû. Her kesî dixwest tiştekî bike.


Bi îktîdara Ecevît(CHPê)ra benê di hustuyê kurdan da piçekî sist bûbû. Zindîbûnek, heyecanek ketibû nav milet. Bi taybetî jî nava xwendevanên zanîngehan.

Li gorî dema cûntayê hewa û atmosfereke demokratîk hebû. Kurd li dora hev diçûn û dihatin, hevûdu ziyaret dikirin, li ser rêyên xebatê minaqaşe dikirin.

Hinekan dixwest dîsa komele û partiyan ava bikin, kovaran derxin û dîsa dest bi xebatên siyasî bikin. Bi kurtî di nava xwendevan, kesên ji girtîhevan derketibûn û kurdperweran da çûn û hatineke bi lez, bi heyecan hebû.


Di hefsan da, di mehkimeyan da navên hin kesan derketibû pêş, hin kes di nava xortan û kurdên welatparêz da meşhûr bûbûn, her kesî di xwest wan kesan bibîne û bi wan ra du gotinan bike, wan nas bike û here li bajarê xwe di nava hevalan da hinekî fors û fiyaqe bike, bibêje min filan kes dît û min pê ra sohbet kir. Min jê ra wiha got û wî jî ji min ra ev, ev tişt got…

Yanî kurdayetî eşq bû, sewda bû û kurdperwer jî wek nuha ne bêqîmet bûn. Yê du du gotin li ser kurd û Kurdistanê bizanîbûya taca serê xortan bû, civatê qedir û qîmet didayê.

Nuha tu qîmeteke kesên kurdperwer tuneye, kes serê sîrekê jî di kurdperweran nade, di medyaya sosyal da her roj tiliyan di wan ve dikin, gotinên nemayî ji wan ra dibêjin.

Berê ne wek nuha bû,  berê qîmeta welatparêzan hebû. Berê însan wefadar bûn. Hewqasî ne şerûd û bêhurmet bûn. Hewqasî ne nankor bûn.

Di vê nivîsa xwe da ezê qala serpêhatiyeke xwe ya bi seydayê Mehmet Emîn Bozarslan ra bikim.

Mehmet Emîn Bozarslan  yek ji welatparêzên jê dihat hezkirin bû, xelkê navê wî bi hurmet digirt devê xwe. Her kesî dixwest rojekê vî welatparêzê hêja bibîne.

M. Emîn Bozarslan bi weşana Elîfbeya Kurdî, bi wergera Şerefnamê û bi hin nivîs û xebatên xwe yên din, di nava kurdan da deng dabû, pir dihat hezkirin.

Di 1974a da li Wêranşarê dikaneka min ya biçûk ya kitêbfiroşiyê hebû, min tê da kitêb û kirtasiye filan difrot. Ji bo ku hinek kitêb bikirim çûm Stenbolê.

Ez û Omer Ozsokmenler li Stenbolê çûn Koral Yayinevî (Weşanxaneya Koralê) ba Alî Bûcak.

Omer Ozsokmenler xortekî wêranşarî bû, bi eslê xwe ermenî bû. Dû ra bû yek ji serokên tevgera Halkin Kurtuluşu.

Piştî darbeya 1980î ket hefsê, îşkenceyeke pir mezin dît. Li hemberî dewletê serapê kîn û nefret bû. Digot ezê heyfa xwe ji vê dewleta faşîst bigrim.

Piştî derket bi demekê, bû PKK û li Kurdistana Başûr di şerê PKKê û PDKê da hat kuştin.


Omer Ozsokmenler di 1970î da di bûyerekê da ew û rahmetî Necmedîn Buyukkaya, Ahmet Karli û hin hevalên din mahkûm bûn, çû Kurdistana başûr, demakê di kampa Dr. Şivan ma. Piştî şehîdbûna Dr. Şivan û herdu hevalên wî, çû Lubnanê û bi efûya 1974a ra vegeriya welêt û li Stenbolê dîsa dest bi xwendinê kir.

Yurdusev Ozsokmenlera nuha parlamentera HDPê ye pîreka Omer Ozsokmenler e. Di 2004a da li Amedê bû seroka Belediya Baglara.

Alî Bûcak xwediyê Weşanxaneya Koralê bû. Me hev û du nas dikir, em dostên hev bûn. Ji ber ku perê min tunebû, hindik bû, Alî Bucak ewê bibûya kefîlê min, ji min ra kitêb bi deyn bikiriya. Ez ji bo wê çû bûm ba wî.



Alî Bucak, kitêba Koralê ya pêşî ya Emîn Galîp Sandalcî (Seyrederken Kendimizi) çap kiribû. Li se wê dixebitî, çûbû çapxanê. Ez û Omer Ozsokmenler tenê li buroyê rûniştibûn...

Havîna 1974a bû.
Min dît yekî kinik, qatek kincê(bedlekî ) reş lê, çenteyekî biçûk yê bi zincîr din çengan da, ket hundur.

Bi kibarî û nezaketeke ne li gorî me silav li me kir. Me jî silava wî girt. Bi tirkî li Alî Bucak pirsî, got:


-Alî beg li ku ye?
Omer Ozsokmenler got:
-Çûye çapxanê, bîstek din ewê were.
Got, “baş e, dema hat jê ra bibêje Mehmet Emîn hat li te pirsî!”

Omer got dibe, “dema hat ezê jê ra bibêjim.”
Û ji hundur derket û çû.

Piştî derket, Omer ji min ra got, ”ma tu zanî ew kî bû?”

Min got na, min nas nekir.

Got, ”ew Mehmet Emîn Bozarslan bû”!

Dema got ew Mehmet Emîn Bozarsalan bû, ez ji ciyê xwe hol bûm û pê da xeydîm, min got çima te ji min ra negot ew Mehmet Emîn Bozarslan e ? û min baz da derve.

Buroya Koralê di pasajekê da bû, nayê bîra min di qatê çendan da bû. Lê pasaj mezin bû, min nizanîbû çû jêr, ya jî çû jor.

Ji bo ku ez wî bibînim û pê tewaf bibim, bi destê wî bigrim, vir da reviyam, wê da reviyam, lê min nedît.


Ez korpoşman vegeriyam ba Omer.

Ez pir li ber ketim, Mehmet Emîn Bozarslan hatibû ba min, lê ji dest min çû bû, ez bi wî ra nepeyivîbûm.

Fersendeke mezin ji dest min çû bû.


Yanî di wan salan da kurdperwerek li ba kurdan hewqasî bi qedir û bi qîmet bû.

Dû ra di ser ra wext û zeman derbas bû, ew di sala 1978a da û ez jî di 1980î da hatim Swêd, qederê li vir em anîn ba hev û bû qismet ez vî kurdperwerê hêja nas bikim.

Sal nuha baş nayê bîra min, çend sal berê xanima wî wefat kir, ez û çend heval em çûn şînê, serxweşiya wî. Min ev serpêhatiya xwe jê ra qal kir. Hat bîra wî, got rast e, tê bîra min ez çûm Koralê...

Di salên 60, 70î da ne wek nuha bû, li Kurdistanê kesên kurdperwer, welatparêz pir hindik bûn, li bajarekî du, sê kes ya hebûn ya tunebûn.

Yên hebûn jî xortan, xelkê qedir û qîmet dida wan, ew didan ser serê xwe.

Yekî wek Mehmet Emîn Bozarsalan, Mûsa Anter, Edîp Karahan, Feqî Husên Sagniç, Nacî Kutlay û yên hema piçekî bîna kurdayetiyê jê dihat taca serê me bûn. Însan bi sedan km diketin riyan û diçûn ziyareta wan.

Bi taybetî jî girtiyên doza DDKO û parastinên wan yên mahkiman di nava kurdan da olaneke mezin dabû, her kes bûbû heyranê wan. 


Weşanxana Komalê hat avakirn. DDKDyên Stenbolê û Anqerê vebûn. Îsmaîl Beşîkçî li Komalê rûdinişt. Her kesî dixwest herin Îsmaîl xoce bibîne, nas bike.

Di nava xwendevanan da tevgereke mezin hebû, grûb, komel û partî çê dibûn, kurd li ser asasê îdeolojîk, Soveyet, Çîn û Arnawidê ji hev cuda dibûn.

Mehmet Emîn Bozarslan ronakbîr û kurdperwerekî pir hêja ye, ji edebiyat, tarîx û zimanê gelê xwe ra xizmetên bêhempa kirine. Hezkirina min ya li hemberî wî zêde bûye kêm nebûye, îro jî ez wî li ku bibînim ezê eynî hurmetê nîşan bidim. Çimkî ji bo kurd û Kurdistanê gelek xebatên tarîxê kirine. Çend numûne:

Şerefname.
Kovara Jînê 5 cild.
Ferhenga Yusuf Ziyaeddin Paşa.
Tarîxa kurdên merwanî ya Ibnul Ezraq. 
Transkripsiyona Kurd Teavun ve Terakki Gazetesi. Transkripsiyon û sadekirina Mem û Zîna Ehmedê Xanî. Çapkirina rojnameya Kurdistanê.
Ji ansîklopediya tirkî ya pêşî ya Şemsedîn Samî wergera beşê li ser kurd û Kurdistnê û gelek berhemên din yên ji bo tarîxa kurdan gelkî muhîm in ji tîpên erebî kirin latînî û hinek jî ji erebî û tirkî wegerandin kurdî.
Bêyî van jî gelek berhemên wî yên li ser zargotoina kurdî, çîrokên zarokan hene, navê hemûyan nuha nayê bîra min.

Min xwest bi vê nivîsê vê bîranîna xwe bi we ra jî parve bikim û bi çend gotinan be jî atmosfera salên 1970î bi we bidim naskirin. Ji bo ku hûn bizanibin 50-60 sal berê rewş çawa bû, xortan bi çi çavî li kurdperan dinêrî...


2 kommentarer:

  1. Bîrhatineka qenc bû, bi xwendina wê ez bi xwe kêfxweş bûm. Sax û silamet bitin!

    SvaraRadera
    Svar
    1. Kêfxweşiya xwendevanan min jî kêfxweş dike. Spas ji bo xwendinêê.

      Radera

PARVE BIKE