17 maj 2018

Hez bike ji min !

Maria Wine û Artur Lundkvist


Ji min hez bike...

lê belê zêde nêzî min nebe
Ji evînê ra cî bihêle
bira kanibe bi bextewariya xwe bikene
Bihêle, agirê wê tev me de
bira azad be
qet nebe bira pêlek
porê min î zer
bişewitîne…

///Marîa Wîne


XXX
Bangkirina destpêkê

Nexebite destpêkê bi paş da bîne
tu hew dibînî destpêk nêz bû,
lê belê tiştekî bi navê destpêkê tuneye ku
Tenê çûn û hatine hene,
ji ronahiyê berbî tarîtiyê,
ji tarîtiyê berbî ronahiyê
Yek jî tu heyî,
yê her tim mezin dibe,
mezinbûneke daimî.

///Marîa Wîne

Marîa Wîne, bi navê xwe yê rastîn ”Karla Marie Lundkvist”, bi navê keçikiyê Karla Maria Petersen, bi eslê xwe danmarkî ye û Kopenhagenê hatiye dinê, lê nivîskar û şaireka swêdî ye. Di 22ê nîsana 2003a da li Stockholmê mir. 

Di sala 1936a da bi nivîskarê swêdî Artur Lundkvist ra zewicî û paşnavê ”Lundkvist” girt.

Gelek berhemên Maria Wine hene û nivîskar û şaireka bi nav û deng e û gelek xelatên edebî girtin.


XXX

Saqî ruyê te ji qedeha Cemşîd xweştir e
mirina ji bo te ji jiyaneke ebedî xweştir e
şûle dide erdê nigê te pê lê dike
zerreyek wê ji sedhezaran roj xweştir e
///Omer Heyyam
Werger: Zinarê Xamo



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE