22 maj 2018

Heyfa van şelafan !



Erdogan şelafên xwe nuh dike...
şelafên kevn diqewitîne
hinên nuh di dewsa wan da bi cî dike
di nav kurdan da şelaf û xwefiroş pir in
mêrik her tim kane hinên nuh ji xwe ra bibîne


Heyfa şelafan !

Piştî hewqas şelafî û xulamtiya bêemsal Erdogan dîsa jî şahê şelafan Mehmet Metîner, Galîp Ensarîoglu û Orhan Mîroglu, Mhmet Şîmşek, Kurt û Kizilkaya nekirine parlamenter.

Mehdî Eker û çend hebên wek wî îcar nehatine qewitandin, diyar e hîn dema bikaranîna wan derbas nebûye, lê ewê jî rojekê were.

Kursiya tu şelafî, tu xulamî ne ebedî ye.

Zilamtiya dijmin wiha ye, dijmin piştî karê xwe bi meriv qedand meriv wek potikekî qilêrî davêje sepeta toz û tebarê.

Tiştê Erdogan di vê hilbijartinê da kir ev e, dixwaze potikê destê xwe nuh bike, dixwaze hin şelaf û emireriyên nuh biceribîne. Çimkî yên berê êdî kevn bûne…

Piştî ku der ket ortê Erdogan Mehmet Metîner nekiriye lîsteyê, Metîner gotiye, ”bîat be bîat, îtîat be îtîat. Bi mirinê em bi te ra ne Reîs. Her kesê bibîne sedaqeta me ne girêdayî sindoqa ye.”

Dibê ev mexlûqê di durfê însên da madalya şelafiyê, bêrûtiyê û bêheyatiyê bigre.

Li alî din ev şelafên Erdogan ji ber deriyên xwe qewitandine dibê ji hemû şelafên din ra jî bibin ibret û numûne.

Yê van şelafan ne xema wan e, ewê şelafiya xwe bidomînin, lê yên nuh dibê bizanibin qedera wan jî ev e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE