22 maj 2018

Guh medê dilo...



Guh medê dilo
guh medê
rabe em herin
ev war ne tu war e
em ji xwe ra
li warekî din bigerin
lê ka emê wî warî li ku bibînin
ne welatê xelkê dibe welatê meriv
û ne jî dayika xelkê dibe dayika meriv
care dibê em warê xwe bikin war
ji bindestiyê rizgar bikin
tê da bibin hakim û serdar


XXX
Hin kurd bi tirkî ji kurdan ra dibêjin ziman pir girîng e, dibê meriv bi kurdî bipeyive û binivîse...


Fena alkolîstê(meyvexwirê) ji xelkê ra bibêje alkol xerab e, alkolê venexwin. Cixarekêşê ji xelkê ra bibêje cixare ji siheta we ra ne baş e, cixarê venexwin.


XXX

-Ez helal û heram tevlihev nakim.
Badeya bi dostan ra were vexwarin helal e.
-Av be jî bi pûştan ra were vaxwarin heram e.
///Umer Xeyam

Şîreteke pir xweş e, min pir jê hez kir. Dibê meriv bi kesên pûşt, zilamên dijmin û xayinan ra hevaltiyê neke.

XXX
-Xortanî wek buharê ye, kalîtî jî dişibe zivistanê. Zivistaneke wiha ku buhar li dû nayê.
Fîrdewsî

Ev rastiyeke tahl e, feqet em kal û pîrên ziviztana umrê xwe dijîn, em çi bikin jî em nikanin buhareke din bibînin. Ev him zivistana dawî ye û him jî buhara dawî.

XXX
Ji yê cixarekêş pirsîn, gotin:
-Ma gelo kişandina tutûnê ne heram e?

Yê cixarekêş got:

-Weleh ez nizanim helal e ya heram e, lê ez dikanim viya bibêjim: Heger helal be ji xwe ez dikşînim û heger be jî ez dişewitînim.

XXX

Rojekê mele ji cemaetê pirsî, got:

-Yên ji jina(pîreka) xwe ditirsin bila rabin ji pê(rabin ser xwe)!
Bêyî yekî cimat hemû rabû, yek tenê ranebû.
Mele jê pirsî:
-Ma qey tu ji jina/pîreka xwe natirsî?
Mêrik got:
-Ezbenî ez çawa natirsim, dema navê jinê derbas bû çongên min ketin ber min, ji tirsa min nikanîbû hêzî ser xwe bikira, lema ez ranebûm…
Hey ne rast e, lê axirê derew be jî dereweke xweş e.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE