11 maj 2018

Ev parlamenteriya tirk çiqasî şîrîn e yaho !




Heger tirkan di meclîsa xwe da miameleya însên, miriva bi parlamenterên kurd ra bikirana, 
heger zulm û heqaretên nemayî li wan nekirana,
heger ew ji nava xwe neqewitandana,
heger ew navêtana zindanan hemû siyasetmedarên kurd ewê bibûna talibên parlamenteriyê.


Fena ku qet tiştek nebûbe bi sedan kurd dibin namzedên parlamenteriyê, dixwazin bibin parlamenter.

Bi dîtina min yê qîmeta xwe bizane, yê ji xwe fedî bike îro nabe talibê, namzedê parlamenteriya tirk.

Tiştê do şerm bû îro bûye adet û civat normal dibîne.

Hevalên dewletê û hêzên dagirker berê hewaqsî ne pir bûn, lê îro pir bûne.

Hevaltiya dewletê û hêzên dagirker berê şerm bû, civatê wek karekî pîs, wek îxaneta bi gelê xwe ra didît, lê îro wek fikrê cuda, wek azadiya fikrî dibîne.

Bi wextê ra kultur jî, normên civakî jî, exlaq jî, pîvana îxanaetê, namûs û şerefê jî diguhere.

Ji bo pera êdî her rezìlî, her bêxîretî, her bêexlaqî, xwefiroşî û cahşîtî jî normal bûye.

Ji xwe ra çend rojan li telewîzyonên tirk binêrin hûnê bibînin ku çiqas kurd bi serbilindî dagirkirina welatê xwe diparêzin,
bi îftîxar bindestiya gelê xwe rast û baş dibînin,
bi ruh û can û wek pêlewanan îxanetê û xulamtiya dijmin diparêzin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE