16 maj 2018

Erdogan baş fam kiriye ew kane her welatê Ewrûpa bikire



Dost û dijminê îngilîzan tuneye, menfaeta wan heye. Dînê wan jî, îmana wan jî, Xwedayê wan jî pere ye, berjewendî ye.

Erdogan baş fam kiriye ew kane her welatê Ewrûpa bikire. Û dikre jî.

Hemû ewrûpî wiha ne, lê bi taybetî îngilîz şahê pûlperestiyê û bêexlaqiyê ne.

Exlaqê îngilîzan jî tuneye, ew jî pere ye. Te pere, berjewendî nîşanî wan da tavilê dibin bêexlaqê dinyayê. 

Theresa Mayê bi mazûbaniya Erdogan, bi îkram û ezet û qedrê da Erdogan nîşan da îngilîz bêexlaqên Ewrûpayê ne, hestî çiqasî kûçik nerm dike, dike kûçik, pere jî hewqasî îngilîzan bêexlaq û rezîl dike.

Hûn rastiyê bixwazin tu siyasetmedarên welatekî Ewrûpa bi qasî tirkan û siyasetmedarên tirk ne bi îstîkrar û bi şexsiyet in. Bi pera meriv kane her welatê Ewrûpayê bikire.

Erdogan baş fêm kiriye meriv kane siysetmedarên, welatên Ewrûpayê bikire.

Lema jî Erdogan bêtirs piştgiriya terorîstên îslamî dike, wan perwerde û fînanse dike, wan li Tirkiyê şargeh dike, malbatên wan xelas dike, dibe li Kurdistanê bi cî dike. Bi wan li Ewrûpayê îş dide kirin. 

Û hemû Ewrûpa jî viya zane. Hemû Ewrûpa zane Daîş, Nusra filan bîvan hemû Tirkiye ye. 

Lê ji ber ku Erdogan wan bertîl dike, xwe sil dikin, kumê bênamûsiyê didin serê xwe, miameleya lîderekî pir mezin, pir qîmet bi Erdogan ra dikin.

Ji ber ku Erdogan zane ewrûpî bêexlaq û bêşexsiyet in, rehet tên kirîn, lema jî her heqaretê li wan dike, gotinên ji Merkelê û ji berpirsiyarên Almanyayê ra negot nema, lê Merkel û alman dîsa jî wî didin ser serê  xwe.

Erdogan miamela kûçik bi siyasetmedarên ewrûpî ra dike, berê her heqaretê li wan dike, kûçikên xwe bera wan dide, wan birîn dike, dide kuûtin, wan dixe binê erdê, dibêje hûn faşîst in, hûn nazîst in, hûn pîs û rezîl in û dû ra jî çend hestiyan davêje ji ber wan da û li hev tên…

Tirk neyarên  me ne, welatê me dagir kirine, zulmeke nedîtî li me dikin, me dikujin, her heqaretê li me dikin. Ev hemû rast in, mêrika dikin. 

Lê belê ev nayê maneya em cesaret û mêraniya wan înkar bikin. Dijminê me mêr in.

Mêrika irqçî ne, faşîst in, bêmedenîyet in, har in, lê mêr in, ji kesî natirsin, di binê gotina kesî da namînin, ji welatê xwe, ji xwe hez dikin. Wek me kurdan serdestî û bindestiya kesî qebûl nakin, nabin xulam û koleyên kesî. Tim wek dîka hereket dikin. Tu carî nabin mirîşk.

Erdê Îraqê û Sûriye dagir kirine, bi hezaran leşker û çeteyên wan li Sûriyê û Îraqê ne, Efrîn kirine bajarekî Tirkiyê, lê Erdogan dîsa diwêre wek serokekî herî demokrat û azadîxwaz bipeyive û dersa edaletê û demokrasiyê bide Netanyahu û dinayayê.

Û îngilîz jî wî didin ser serê xwe.

Bala xwe bidinê, yekî wek Erdogan irqçî, dîktator, fundamentalîst dersa exlaq û medenîyetê dide Netanyahu. 

Kî di dewsa wî da bûya ewê tu carî devê xwe venekira, ewê tu carî qala heq, huqûq, edaletê û însaniyetê nekira. 

Lê Erdogan bi hawakî bêtirs dike, Netanyahu bi irqçîtiyê îtham dike. Û ewrûpî jî jê ra li çepikan dixin.

Ji sedî yekê mafê filistîniyan yê kurdan tuneye, erebî li Îsraîl zimanê resmî ye, hemû tabêleyên îsraîl bi du zimananî, bi erebî û îbranî ye. Ala filistîn serbest e.

Lê Erdogan dîsa jî diwêre ji Netanyahu ra bibêje Îsraîl welatekî irqçî ye.

Erdogan Efrînê dagir dike, her roj dibêje nizanim me çend hezar terrorist kuştin, lê mêrik dîsa jî diwêre ji bo filistîniyan qiyametê reke, Îsraîl bi terorîstiyê û bi irqçîtiyê îtham bike.

Û yên êrîşkar filistînî ne, wek Tirkiyê êrîşî ser Efrînê kir, Îsraîl êrîş nebiriye ser Xezayê.

Erdogan kane van tiştan hemûyan bike û ji Netanyahu ra jî bibêje “tu serokê welatekî irqçî” yî ji ber ku ewrûpî bênamûs in, ji berk u ewrûpî xwefiroş û namerd in.

Heger îngilîz ne xwefiroş û namerd bûna ev qedir û qîmet nedidan Erdogan, ew hewqasî nedidan ser sere xwe, pê ra li hemnberî Amerîka û Îsraîl beyanên mişterek belav nedikirin…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE