20 maj 2018

Du siyasetmedarên jîr û hoste, Î. H. Baran û Sidkî Zîlan



Îbrahîm Xelîl Baran ronakbîr û siyasetmedarekî hoste û pir jîr e, merivekî zana, ji tarîxa gelê xwe û ya neyarê haydar e û xwedî zekeyake ecêb û kabîlîyeteke analîtîk e.

Îbrahîm Xelîl Baran li ser Hereketa Azadî, PDK-Bakur, alîgirên Kemal Burkay, Hak-Parê, PSKê, PAKê, Hudaparê, DBPê, HDPê, PKKê û PAKURDê analîzek pir kin, lê belê pir xweş û bi îsabet kiriye. 

Her siyasetmedar û ronakbîr nikane bi çend gotinan hewqas partî û hêzan, hewqasî xweş  bi îsabet rast analîz bike. 

Bi gotinên hindik gelek tişt gotin mezîyeteke nabe nesîbê her siyasetmedarî û ronakbîrî.


Di van salên dawîyê da ji nava tevgera kurd ya siyasî du ronakbîr û siyasetmedarên xwedî vê meziyetê derketin; yek Îbrahîm Xelîl Baran e û yek jî Sidkî Zîlan e. 

Ev herdu kes jî întellektuel û siyasetmedarên pir hoste û jîr in, xwedî retorîkên pir bi bandor in, xatibiya wan nizanim lê belê qelema herduyan jî pir xurt e.

Îbrahîm Xelîl Baran gotiye ew dixwaze dev ji serokatiya PAKURDê berde. Hêvî dikim dev jê bernede û wek siyasetmedarekî kurd xebatên xwe bidomîne. 

Hewcedariya tevgera kurd ya siysî gelkî bi kesên wek Îbrahîm Xelîl Baran û Sidkî Zîlan heye, kesên wiha di nava tevgera kurd ya netewî da çiqasî zêde bin hewqasî baş e.

Îbrahîm Xelîl Baran û Sidkî Zîlan siyasetmedar û ronakbîrên zana, bi kultur, bînfire û netewî ne, xwediyê asoyek fireh in.

Hebûna siyasetmedarên netewî, bînfireh, zana û ne Tirkiyecî, ne Tirkiyeparêz, ne terefdarê partiya Tirkiyê gelkî muhîm e.

Hevalên PAKê kanibin bi Îbrahîm Xelîl Baran ra li hev bikin ewê pir baş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE