07 maj 2018

Dibê meriv serokatiya kesê kurdînezan qebûl neke



Dibê meriv kesê "enternasyonlîst", kesê dibêje kurd û tirk birayên hev in, kesê Tirkiyeparêz, kesê bi kurdî nizane ebeden, qetîyen neke berpirsiyar û serokê xwe.

Ji dêlî tirkek ya jî kurdekî kurdînezan bibe serokê meriv û bi meriv ra bi tirkî bipeyive, meriv siyaseta neke baştir e.

Yahûdiyek bûbe nasyonalîstekî  filistînî jî filistînî wî nakin berpirsiyar û serokê xwe.


Lê kurd nasyonalîstên tirk jî dikin serokên xwe. Çimkî hin serokên kurd bi kurdan ra aqil nehîştine.

Bi qasî misqalekî jî aqil di serê meriv da hebe, meriv ferdê miletê serdest nake birpirsiyar û serokê xwe.

Piraniya siyasetmedar û serokên kurdan asîmîle bûne, bûne tirk haya wan jî jê tuneye û haya me jî jê tuneye.

XXX
Heger hûn naxwazin kezebreşî ya jî dîn û tertele bibin medyaya tirk taqîb nekin, heta ji we tê li telewîzyonên tirk temaşe nekin. Hemû telewîzyonên tirk bûne hêlînên faşîstên har, kûreyên derewan û neyarên kurdan. 

Miletek, civatek ji medeniyetê, ji aqil, ji însaniyetê çawa kane hewqasî bêpar be meriv fêm nake.

Li dinyayê tu miletek bi qasî filistînî, ereb ji yahîdiyan nefret dikin, ji miletekî din nefret nake. 

Tiştê ez dibînim tirk sed qatî ji filistîniyan bêtir ji kurdan nefret dikin û heger îmkanê bibînin ewê kurdan ji kok da qir bikin, ewê li dinyayê yek kurdî jî nehêlin.

Kurdê îro xulamtiya wan dikin jî, xayinên di nava partiyên wan da jî ewê bikujin.

Tirk berê jî ne tu însan bûn, bêûjdan, barbar û irqçî bûn, ji piraniya wan irçî û totikvla bûn, talafnker bûn, lê Erdogan derhema, zereya aqilê di serê wan da hebû jî ji serê wan bir, nuha li ortê civateke tam psîkopat, nexweş, xalis muxlis faşîst, har û êrîşkar heye...

Dengê çend kesên biaqil naçe derekê, ji xwe dema devê xwe vedikin dibêjin hûn xayin in...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE