10 maj 2018

Dibê hûn fam bikin ez nivîsên bi tirkî, erebî û farisî qebûl nakim



Ev 10 sal in Facebooka min heye. Malpera min bi kurdî ye, ne tirkî û kurdî ye. Ez tenê şirove û nivîsên bi kurdî qebûl dikim.

Ev agahî him di profîla min d aheye û him jî bi sedan carî min ev yek dubre kiriye.

Di van 10 salan da min rêzek jî bi tirkî nenivîsîye û nehîştiye kes jî bi tirkî, bi erebî û bi farisî binivîse. 

Ez bi lehçeya kurmancî dinivîsim, lê her kes ne mecbûr e bi kurmancî binivîse. Yê bixwaze kane bi zazakî, soranî, lûrî, goranî, yanî bi kîjan lehçeya kurdî dinivîse serbest e.


Di van 10 salan bi sedan car min ev yek li vi dubare kiriye, lê pere nake. Tim hin xort, hin kes derdikevin dibêjin nivîsîna bi kurdî ne pîvana kurdperwerî û welatparêzê ye.

Helbet nivîsîna bi kurdî bi tenê ne îspat û pîvana kurdperweriyê ye. Û min jî tu carî tiştekî wiha negotiye. Bi sedan cahş û xayin û ajanên dewletê jî bi kurdî dinivîsin.

Lê zanîna kurdî, nivîsîna kurdî hîmekî esasî yê welaparêzîyê û kurdperwerîyê ye. Kesê li ser navê kurdan siysetê dikin, kesên dibêjin ew ronakbîrên kurd in, kesên dibêjin ew kurdperwer in dibê zimanê xwe bizanibin.

Min tu carî negotiye hemû kesên bi tirkî dinivîsin ne kurdperwer in, ya jî li dijî kurda ne. 

Têkliya vê biryara min bi kurdperweriyê û bi welatparêziyê tuneye. Yanî pîvana min ya kurdpwerweriyê ne ziman tenê ye. 

Tiştê însên dike kurdperwer û dijkurd helbet ne zanîna  kurdî û nivîsîna bi kurdî ye. 

Kurdperwerî, welatparêzî şêleke girêdayî fikir û daxwazên meriv yê siyasî ye, meriv ji bo kurd û Kurdistanê çi difikire û çi dixwaze?

Mesela min ya qebûlnekirina nivîsên tirkî, ez dibêjim nivîsîna bi tirkî kurdan asîmîle dike, xizmeta asîmîlasyonê dike. 

Lema jî ez naxwazim bi tu hawî xizmetê ji asîmîlasyonê ra yanî ji helandina kurdan ra bikim.

Dibê xwendevan viya fêm bikin û xwe aciz nekin. 

Hinek kanin vê şêla min rast nebînin, lê ez wiha difikirim. 

Li qahwexaneya kişandina cixrê lê yasax be dibê meriv cixarê lê nekşîne, di kişandina cixarê da israr neke.

Li aşxaneya alkol lê nayê vexwarin, dibê meriv alkolê nexwaze. Yê dixwaze cixarê bikşîne û alkolê vexwe, dibê herin derên ew lê serbest in. 

Ez nivîsên, şiroveyên bi tirkî, erebî  û farisî naweşînim. Ev malper tenê bi kurdî ye. Ne bi kurmancî tenê ye, ya hemû lehçeyên kurdî ye, ji hemû lehçe û devokên kurdî ra vekirî ye.

Kesê ne kurmanc be, zaza be, bira bi ZAZAKÎ binivîse. 

Bira bi kurdî be kîjan lehçe ye, soranî, zazakî, goranî, lûrî, kurmancî ferq nake. Ya muhîm bi kurdî be, lehçe, devok ferq nake, hemû jî li ser sere min û hemû jî kurdî ne, lehçeyên  zimanê min in.

Lê ez tirkî qebûl nakim. 

Ez naxwazim di malpera xwe da xizmetê ji zimanê tirkî ra bikim. 

Ez naxwazim bi destê xwe kurdan asîmîle bikim û bikim tirk.
Ez naxwazim xortên kurd bihewisînim tirkî.

Ez nivîsîna bi tirkî wek xizmeta ji asîmîlasyonê ra dibînim û lema jî ez vê xizmetê red dikim.

Kî wek min nafikire bi kêfa xwe ye. Yê ji vê biryra min aciz e, yê dixwaze bi tirkî binivîse dibê ji hevaltiya min derkeve. Di vê dinya vîrtuel(sanal)da kes ne mecbûrî hevaltiya kesî ye.

2 kommentarer:

PARVE BIKE