01 maj 2018

Di kurmancî da rastnivîsîna cînavan/zamîran



Di kurmancî da di cînav(zamîr, pronom)û tewangê da gelek caran şaşîtî tê kirin, gelek kes cînavan, zamîrên şexsî şaş bi kar tînin û di tewangê da şaşiyê dikin.


Cînavên/zamîrên şexsî du grûb in û wiha ne:
Grûba xweser: Grûba tewandî
ez                    min
tu                     te
ew                   wî/wê
em                   me
hûn                  we
ew                   wan


Ez dibêjim, min got.
Tu dibêjî, te got
Ew dibêjin, we got.
Em dibêjin, me got.
Hûn dibêjin, we got
Ew dibêjin, wan got


Cînavên pirsiyarkî du grûb in.
Grûba xweser û grûba tewandî
Grûba xweser ”kî” ye û ya tewandî jî ”kê” ye.
Grûba xwese:
kî, kîjan.


Grûba tewandî
kîjanî (ji dêlî navdêrên nêr)
kîjanê(ji dîlî navdêrîn mê)
kîjanan(ji dêlî navêdêrên pirhejmar)
Grûba xweser
kî dibêje?
ez dibêjim.
Kîjan baş e?
Ev xortê hanê baş e
Kîjan baş e?
Ev keça hanê baş e.
Ev kitêb ya kê ye?
ya Zelalê ye
Ev kitêb ya kê ye?
ya Azad e.


Grûba tewandî:
Ev qelem ji van ya kîjanê ye?
ya Zelalê ye.
Ev qelem ji van ya kîjanî ye?
ya Azad e.


Kî vê fêsadiyê dike ?
Bi texmîna min ya Beko dike ya jî Zerûg.
Kê ev fêsadî kir?
Bi texmîna min ya ya Beko kir ya Zerûgê


Li ser nivîsîna cînavan di kitêba Mistefa Aydogan(Rêbera Rastnivîsînê, di rûpel 177-178a da agahiyên berfireh hene. Min ji wir feyde girt.

Ev kitêba Mistefa Aydogan ji bo rastnivîsîna kurmancî çavkaniyeke pir hêja ye. Dibê ev kitêb li ber destê, di kitêbxaneya her kurdî da hebe.

”Rêbera Rastnivîsînê” ko ji bo rêkûpêkkirina qayîdeyên rastnivîsîna kurmanciyê û jiholêrakirina tevliheviyên di warê nivîsandina kurmanciyê de hatiye amade kirin li Stenbolê di nêv weşanên Rûpelê de derket.

Di berhemê de navên bajar û navçeyên Kurdistanê, navên welatan digel navên paytext û pereyên wan, navên roj û mehan, qayîdeyên herfên girdek û hûrdek, kurtkirinên ko zêde tên bi kar anîn, qayîde û rastnivîsîna cihnavên kesî, rengdêr, lêker û navdêran bi vegotin, mînak û tabeleyan bi berfirehî û bi awayekî hêsanî bên fêm kirin, hatine şîrove kirin."
Nefel 12/1-2013

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE