21 maj 2018

Dev ji dua berdin û karên xwe li bende Xwedê nehêlin



Siyasetmedarekî kurd ji bo yekîtiya kurdan dua kiriye, gotiye, ”Ey Xwedayê min ê mezin, ji bo yekîtiya kurdan ji rahma xwe aqil û ferasetê bide kurdan. Her tim zaferê bike nesîbê wan. Amînnnn....”

Civatên paşdamayî, miletên paşdamayî ji dêlî gelşên xwe bi xwe çareser bikin, hewaleyî Xwedê û asîman dikin, dixwazin ne ew, lê ezman gelşên wan çareser bikin.

Umrê miletên paşdamayî bi duakirinê derbas dibe, lê dua tu carî ji derdê wan ra nabin derman, Xwedê tu carî naçe gazî û hawara wan…


Kurd çiqasî dua bikin,  çareseriyên gelşên xwe çiqasî li hêviya Xwedê û aqilê Wî bihêlin, çiqasî li bende aqil û alîkarîya Xwedê bin vala ye, Xwedê aqil maqil nade kesî.

Aqilê kê çi ye ew e, dibê em bi vî aqilê xwe razî bin.

Lê belê dibê em aqilê xwe biguherin.

Ji dêlî dua û alîkariya Xwedê, dibê em siyaseta xwe, fikrê xwe biguherin, di xet û metodên berê da israr nekin.

Dibê em dev ji dua mua berdin, ev ne îşê dua û Xwedê ye, îşe me ye. Dibê em bi vî aqilê xwe yê heyî gelşên nabêna xwe hel bikin.

Mesele nêt e, fedekarî ye, gava însan berjewendeyên xwe yên şexsî di ser yên milet û welatê xwe ra negire, dema netewî bifikire gelşa çareser  nebe tuneye.

Tiştê li ma kurdan kêm zeîfiya fikkrê yekîtiyê ye, hîn baş fêm nekirine qewet di hevkariyê û di yekîtiyê da ye, miletê yekîtiya xwe çêkir xelas bû, gihîşt azadî û miradê xwe û yên bi duakirinê miljûl in jî wek me man bindest û perîşan.

Yekîtî bi duakirinê nabe.

Çêkirina yekîtiyê ne karê Xwedê, karê me ye, dibê em karê xwe ji Xwedê ra nehêlin, bi xwe bikin.
Em bihêlin jî vala ye, emê heta û heta, heta û heta li bende alîkariya Xwedê bin û Xwedê jî ewê tu carî neyê alîkariya me…

XXX
Yekî gotiye, ” 30 km nêzî Antalyayê polîsê trafîkê ez sekinandim, nêzî fitarê bû. ”Tu bi rocî yî?”
Min got ”te çima pirsî ?”
Got, ”heger tu bi rocî yî dom bike, tu ne bi rocî ye ez kontrola nasnameyê bikim.”

Dewlet bûye dewleta îslamîstan û Daşîşê, ji bo wan qanûn tuneye, kesê bi îslamîst ji her cezayê muaf e, kane bêehlîyet jî erebê bajo…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE