18 maj 2018

Civat û exlaq



Li Tirkiyê îktîdara îslamî ya 16 salan exlaqê civatê pir dejenere û pir xera kir. Li Tirkiyê erozyoneke mezin ya exlaqî heye.

Di civata tirk da merivên bêexlaq, diz, sextekar, virek, fêlbaz, dekbaz, bêşexsiyet, xwefiroş, kalpazan, hîlebaz, mafîa pir ş pir zêde bûne.

Meriv kane bibêje di civata tirk da têkçûneke exlaqî ya total heye...


Heger exlaq ne civakî û şexsî be jî, îktîdara îslamîstan merivên bêexlaq zêde kirin.

Çawa masî ji serî da genî dibe, civat jî ji jor da xera dibe, rêber û mezinên welatekî, civatekê îktîdara xwe li ser sextekariyê, diziyê, derewan, zulmê ava kiribe, bêexalqî, sextekarî ji xwe ra kiribe qaîde û kultur, ev yek bi wextê ra sîrayetî civatê jî dike.

Çimkî exlaq jî, moral jî ne wesfên sabit in, normên bi demê ra diguherin.

Îslamîstan bi îktîdara xwe ya bêexalaq, merivên bêexlaq zêde kirin û vê yekê jî qerekterê civatê, kultura civatê guhert, moralê însanan dejenere kir.

Civata tirk ya îro li gorî 16 sal berê gelkî bêexlaqtir bûye.
Ji ber ku em kurd miletekî bindest in, vê yekê tesîr li me jî kiriye, di nava kurdan jî kesên bêexlaq, bêedeb, rûşuştî, bêedeb, bêheya, pûlperest zêde bûne.

Meriv vê yekê di qada siyasetê da jî dibîne. Tabloya heyî madê meriv ji siysetê digerîne, meriv jê sar dibe û naxwaze xwe nêz bike.

Berê ji ber ku înternet, medyaya sosyal tunebû, meriv hewqas kesên bêexlaq, şerûd, rûşuştî, cambaz, fêlbaz, dekbaz û nizanim çi baz û çi nebaz nedidît, lê înternetê û medyaya sosyal dinya biçûk kiriye, meriv her roj wan dibîne û madê meriv ji siysetê digre….

Xwedê alîkarîkarê siyasetmedarên bi exlaq be



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE