02 maj 2018

Çima hewqas kurd dixwazin bibin xulamên neyarên xwe?



Partiyên kurd bi heraret li ser hilbijartinên Tirkiyê û tirkan dipeyivin, civînan çê dikin, hev û du rexne dikin û li ser hilbijartinên Tirkiyê û tirkan firkrên xwe dibêjin.

Lê belê li ser çawa dibe li Diyarbekrê 300 kurd dixwazin bibin parlamenterê AKPê?

Hewqas kurd çima dixwazin bibin xulamên celadên xwe û qatilên xwe ra kurdan bikujin?

Tiştê hukûmeta AKPê di van 5-6 salên dawî da aniye serê kurdan naziyan neanî serê yahûdiyan.


Tirkiyê bi darê zorê 150 hezar kurd ji Efrînê ji malên wan derxitin û ereb kirin malên wan.

Bifikire yek ji derva were bi darê zorê, bi devê tivingê te ji bajarê te, ji gundê te, jj mala te derxe û te nefî bike û yekî din têxa nava mala te!

Ma tiştekî ji viya xerabtir heye?

Tiştê Tirkiyê, hukûmeta AKPê li Efrînê kir û dike ev e.

Û viya jî ne sed sal berê, nuha dike, dengê qîrîn, hawar û giriyê efrîniyan tê guhên me, sûretên perîşaniya wan her roj di medyaya sosyal da belav dibin û em dibînin.

A ji Diyarbekrê 300 kurdî xwestine ji vê AKPa ev wahşet aniye serê kurdan bibin parlamenter !

Dibê partiyên kurd, siyasetmedar û serokên kurdan ji hilbijartinan bêtir li ser vê felaketê bipeyivin, sebebê vê felaketa netewî fêm û analîz bikin.

Piştî hewqas zulm çawa dibe hîn jî bi sedan kurd dixwazin bibin parlamenterên AKPê?

Ev xwelîserî, ev hezkirina celadê xwe, ev ruhhê koletî, ev bêxîretî û xiyaneta bi qewmê xwe ra ji bo çi ye?

Çima hewqas kurd ji xulamtiyê, ji cahşîtiyê, ji celadê xwe hez dikin?


Hûn hemû zamqên dinyayê jî tê bidin jî hûn nikaknin tirk û kurdan bi hev ve bizeleqînin û bikin du miletên dostên hev.

Tirk, kurdan neyarên xwe yên sereke dibînin û ev yek ewê wer bimîne.

Kurdê xulamtiya tirkan qebûl nake dibê xwe ji tirkan dûr xe û bi qewmê xwe rahevkariyê bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE