16 april 2018

Turîzma Tirkiyê boykot bikin !



Turîzma Tirkiyê boykot bikin û bi perê xwe nebin alîkarê dagirkirina Efrînê û şerê Tirkiyê yê li hemberî miletê kurd

Serokê belediya Cenevreyê Remî Paganî xwest ewrûpî turîzma Tirkiyê boykot bikin.

Serokê belediya Cenevreyê Remy Paganî bag li gelê Îsvîçreyê û Ewrûpayê kir, got:

” Di tatîlê da neçin Tirkiyê û bi perê xwe nebin ortaxê cengê. Li hundur ne bes e, li derve jî Tirkiyê li hemberî kurdan şerekî mezin dimeşîne. Nabe em li hemberî vê yekê bêdeng bimînin. Ji ber ku heta nuha li hemberî Tirkiyê tu zextên aborî nehatiye kirin ciyê xemgîniyê ye. Ewrûpa him li hember Erdogan tiştekî nake û him jî jê ra pera dişîne. Ez vê yekê wek karekî pir qirêt dibînim...”




Paganî bang li hemû gelên Ewrûpayê dike û dibêje:

”Çûna Tirkiyê piştgiriya dewleta tirk e, ev jî tê maneya meriv dibe şirîkê şerê Tirkiye yê li hemberî kurdan, meriv destegê dide şerê Tirkiyê. Piştgiriya bi ekonomîya Erdogan ra piştgiriya bi rejîma wî ra ye, piştgiriya êrîşa Tirkiyê ya kurdên Rojava ye.”

Tiştê Paganî ji Ewrûpayê û ji gelên ewrûpî dixwaze ez jî ji kurdan dixwazim, dibêjim neçin Tirkiyê, turîzma Tirkiyê boykot bikin. Neçin tatîla xwe li Tirkiyê derbas nekin.

Wek turîst çûna Tirkiyê di praktîkê da piştgiriya dagirkirina Efrînê ye, piştgiriya rejîma Erdogan e, piştgiriya êrîşên Tirkiyê ser Kurdistana Başûr e, piştgiriya qetlên Tirkiyê li Kurdistana Başûr her roj dike.

Turîzma Tirkiyê boykot bikin, bi perê xwe destegê nedin rejîma Erdogan û şerê wî yê li hemberî miletê kurd. Bi çûna xwe ya Tirkiyê ekonomiya Trirkiyê ya şer, artêşa tirk ya dagirker fînanse nekin. Kî bike jî kurdên welatparêz dibê nekin. Yên ji xelkê ra bibêje turîzma Tirkyê boykot bikin, dibê berê ew bi xwe boykot bikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE