18 april 2018

Totik vala be pirsên biaqil jî nayê bîra meriv




Îbrahîm Halîl Baran entellektuelekî xwedî zanîn û şiûrekî netewî ye, ne bi aqilê xelkê, bi aqilê ronakbîrekî kurd difikire. Di her nivîsa wî da meriv tiştekî nuh fêr dibe. 

Di her nivîsa xwe da tiliya xwe dide ser kêmasî û kêmaqilieyeke kurdan. Hebûna ronakbîrên(entellektuelên) wek Îbrahîm Xelîl Baran, hêviya kurd rojekê ewê werin ser hişê xwe, kurdperwerî ewê bibe îdeolojî û pûsûla kurdan ya mişterek bi meriv ra xurt dike. 


Îbrahêm Halîl Baran bal kişandiye ser kêmasiyeke kurdan ya pir mezin, gotiye:

” Meha adar û nîsanê demsala/mewsima kurdan ya şînê ye. Di tarîxa nêz da hema hema di her rojê da qetlîamek, bîranînek heye. Bi qasî min li medyaya ermenî temaşe kir îsal jî qet qala kurdan nekir. Lê her ku 24ê nîsanê nêz dibe kurd ermenîyan bibîr tînin. Medyaya kurd li ser vê dosya hazir dike, xeberan belav dike. Temam qetlîam e û dibê kurd bêdeng nemînin.
Lê belê çima kes qetlîamên hatine serê kurdan nayne bîra xwe ?
Mesela medyay ermenî çima li ser Enfalê, li ser Helebçeyê yek xeber jî belav nekir?”

Îbrahîm Halîl Baran tiliya xwe danîye ser mijareke pir muhîm.  Sebebê tiştê Îbrahîm Halîl Baran qal kiriye ji ber kêmaqiliya me ye, aqilê me ne ji kîsê me ye, lema em di şîna xwe da jî ji bo xelkê digrîn.

Ji ber tunebûna şiûrê netewî em kurd tu carî wek ermenîyekî, wek tirkekî, wek erebekî û farisekî nafikirin.

Em xwe nas nakin û şiûrê netewî bi me ra pir û pir kêm e. Ermenî, tirk miletên nasyonalîst in. Kurd ne nasyonalist in. Lema jì ne ji xwe ra ne, tim bi aqilé xelké difikirin. Ji ber wê jî ji xwe ra kûsiyan û ji xelkê ra jî masiyan digrin...

Heta kesên wek Îbrahîm Halîl Baran di nava kurdan da zêde nebin emê tim bi çavê xelkê li mesela binêrin.

Gava kurd neçin şîna xelkê, ji bo miriyên xelkê negirîn, ji bo wan reşê girê nedin, rojên qetlîamên wan bibîr neynin xwe sûcdar dibînin.

Lê gava xelk nayê şîna wan, gava xelk ji bo wan nagirî û reşê girê nade, gava xelk qetlîamên hatine serê wan, Enfalê û Helebçeyê bibîr naynin, qet xwe aciz nakin, qet nayê bîra wan ji wan ra bibêjin "çima hûn nayên şîna me, çima hûn qetlîamên hatine serê me bibîr naynin? ”
Gava totik vala be pirsên biaqil jî nayê bîra meriv…


2 kommentarer:

  1. Momoste min jî car caran ji xwe pirs dikir çima aqlê me Kurda beyka hinekên din dane. Tişta min fêm kirî çapamenîya a me Kurda a netewî tune ye. Kurden me jî ger facebook be ger malperen nuçe yî be yen tirkan eraban û farisan dişopînen. Medyayên partîyen me hene le bele medyayên me Kurda tuneye. Sedeme herî mezin ez we dibînim.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Rast e, medya kurd ne medyayeke netewî ye, ji dêlî ku zanîn û şiûrê netewî bi kurdan ra xurt bike, pê ra kor dike, kurdan ji kurdperweriyê dûr dixe.
      Bi xêra medyaya sosyal û hebûna kesên wek Îbrahîm Xelîl Baran kurd hêdî hêdî tên ser hişê xwe û ji bin tesîra tirkîtiyê û îdeolojiya îslamê xelas dibin.

      Radera

PARVE BIKE