03 april 2018

Tirkiye nahêle kurdên Efrînê vegerin malên xwe, 130 hezar ereb û tirk xistine malên wan



Artêşs tirk û çeteyên wê yên îslamî yên wek Daîşê, Nusrayê û yên din bi hev ra rê li ber vegera gelê Efrînê digrin, nahêlin milet vegerin malên xwe, gund û bajarîn xwe. 

Artêşa tirk û çeteyên wê yên îslamî ji alîkî da nahêlin kurd vegerin malên xwe, ji alîkî din da jî malbatên çeteyên îslamî ji Xûteyê, ji Homsê, ji Zebedanî, ji Dareya, ji Helebê û ji gelek herêmên din û ji Tirkiyê top dikin û dibin li herêma Efrînê, li Cerablûsê, li gund û bajarên kurdan bi cî dikin.

Li gorî telewîzyona Erdogan Rûdaw dinivîse çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê ra gotiye nêzî 130 hezar Ereb û Tirkmenên Xûteya Rojhilat yên gundên Hemayê û Idlibê û Ezazê li bajarê Efrînê û gundên wê hatine bicîkirin.

Lê Serokê Encûmena Efrînê Dr. Ehmed Silêman ji Rûdawê ra gotiye ev jimar ne rast e. Ereb û tirkmenên li Efrînê û li gundên wê hatine bi cî kirin li derdora 20 heta 25 hezar kesî ne û piraniya wan jî malbatên çekdarên ”Artêşa Azad” yanî malbatên çetetên Tirkiyê ne.

Dr. Ehmed Silêmanê serokê ”Encumena Efrînê” bênamûs û xayinekî ji Efrînê ye, bûye ajanê Tirkiyê û MITê xwedêgiravî ew kiriye berpirsiyarê xwe yê Efrînê. A ev xayin jimara ereb û tirkmenên li bajar û gundên kurdan, di malên kurdan da hatine bicîkirin kêm dike, fena ku 25 hezar kes normal be. 

Erdogan gotibû 300 hezar, herî kêm Tirkkiye ewê 300 hezar û belkî jî 500 hezar ereb û tirkmen li herêma Efrînê û derên dagir kirine bi cî bikin. Hedefa Tirkiyê mezinkirina vê herêmê ye, tirkiye dixwaze hemû Kurdistana Rojava ji kurdan vala bike û ereb û tirkan li wan deran bi cî bikin. Vê prosesê dest pê kiriye. Hedîse ev e.

Li gorî telewîzyona Erdogan Rûdawê nivîsîyê malbatên ereb û tirkmen li Efrînê, li bajarokê Cindirêsê, gundên Mihemediyê, Basûfanê, Qitmê, Kaxurê, Qurnê, Meydan Ikbisê û Mosaka hatine bicîkirin.

Heger bibûya Tirkiye ewê hemû kurdên Kurdistana Rojava bikuştana û xwe ji wan xelas bikira, lê kuştina 2, 5 kurdî zahmet e. Lema jî Tirkiye ji dêlî jenosîdeke hewqasî mezin, wan ji bajar û gundên wan, ji malên wan derdixe, bera çol û çepelan dide û tirkmen û ereban dixe malên wa.

Helbet ev jî jenosîd e, bi vî rengî mile tji welatê wî, ji xaxrofya wî tê derxistin û mahkûmî asîmîlasyonê û wendabûnê dibe. Dema tu miletekî ji welatê wî derxeî û li dinyayê belav bikî, ew milet diqede, ev jî jenosîd e.

Û Neteweyên Yekbûyî û hemû dinya li vê jenosîda Tirkiyê temaşe dike. Sûriye dengê xwe nake, çimkî bi dilê Esed jî, ew jî dixwaze kurd werin qirkirin.


Tirkiye Efrînê dike bajarekî ereb û tirk
Xayinekî  ENKSê, Nûrî Brîmo dibêje Efrîn êdî bajarekî Tirkiyê ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE