02 april 2018

Tirkiyê karê xwe bi ENKSê qedand, nuha wan ji civînên Îtîlafê diqewitîne




Tirkiyê karê xwe bi ENKSê qedand, nuha wan diqewitîne, nagre civînên Îtîlafê jî. Di komîteya Efrînê da jî cî nade ENKSê.

Serokê Desteya Nûnertiya ENKSê yê li Başûrê Kurdistanê Cedan Elî bîstik berê di telewîzyona Erdogan Rûdawê da got, ”Tirkiye ji ENKê ne razî ye û nehîştiye ENKS beşdarî civîna Entabê bibe û kes ji wan negirtine Encumena Efrînê jî.”

Tiştê ji axaftina Cedan Elî diyar dibû Tirkiyê ew qewitandine, ji wan ra gotiye karê we qediya, nuha hûn kanin herin mala xwe.

Di nivîsa xwe ya 19ê adarê da min gotibû, piştî mêrikan Efrîn dagir kir ”karê we qediya, Erdogan gihîşt miradê xwe, nuha ewê teskereya we tije bikin û daran di we ve kin…”

Erdogan nuha wiya dike. Wezîfeya MITê dabû ENKSê û Cedan Elî û Elîko û yên din bi dagirkirina Efrînê ra qediya, nuha ewê pehînekê li qûna hemiyan xin û wan ji Tirkiyê biqewitînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE