07 april 2018

Tirkiye haziriya êrîşa ser Qendîlê dike



Tirkiye gav bi gav Kurdistana Başûr ya bêxwedî dagir dike. Ji 10ê adarê da ye bi hezaran leşker li ser 8 çiyan, li ser çiyayên Şapan, Dîlan, Kewêt, Benê, Çiyasor, Alekan û Çiyaneya bi cî kirine. Û li ser van çiyan hemûyan warên leşkerê û qereqolan ava dikin. 

Ev hazirî nîşan didin di demeke nêz da Tirkiye ewê êrîşî ser Qendîlê bike. Diyar bi Îranê û Îraqê ra jî li hev kirine. Bi îhtîmaleke mezin destûra kurdan jî girtine. Lê destûrê negrin jî dema Îraq bibêje erê kurd nikanin tiştekî bikin.

Li gorî xebera telewîzyona ARTê ji ber bombebarana ji do da ye 6 gund vala bûne û gundî bi çolan ketine. Tirkiye her roj bi helîkopteran leşkeran dikşîne Kurdistana Başûr û li serê çiyan bi cî dike. 

Heta nuha li ser çiyayên Şapan, Dîlan, Kewêt, Benê, Çiyasor, Alekan û Çiyaneya leşker bi cî kirine.

Ji ber ku Kurdistan bêxwedî ye ya jî ev dagirkirin bi destûra hukûmeta Kurdistanê dibe loma hukûmet qet dengê xwe nake.

Îraq jî dengê xwe nake. Diyar e Tirkiye bi destûra Îraqê û hukûmeta Kurdistanê wan herêman dagir dike, lê bi cî dibe ji bo êrîşê bibe ser Qendîlê.

Lê Tirkiye ewê bi êrîşa ser Qendîlê qîma xwe neyne, ewê bibêje ez vekişim PKK ewê dîsa were. Lema jî ezê demeke din bimînim û ev dem ewê neqede.

Lema kesên îro dengê xwe nakin, kesên îro li dagikeriya Tirkiyê temaşe dikin ya jî di bin ra bi Tirkiyê ra li hev kirine, sibe ewê pir poşman bibin. 

Tirkiye çawa ku ev 44 sal in ji Qibrisa dagir kiriye derneketiye, ewê ji Kurdistana Başûr jî dernekeve. Lê mimkûn e hin kurdên başûr bindestiya tirkan baştir dibînin…


Gava rûvî mirîşkan dibîne şirok bi devê wî dikeve û dora devê xwe dialêse. Tirk jî gava dibêjin Trump gotiye ewê ji Sûriyê vekişin, ji bo ku me bixwin eynî wek rûvî şorik bi devê wan dikeve, dora devê xwe dialêsin.

Bi biçûk mezin xwe ve çavên xwe bera xwîna me û serê me dane. 

Medyaya tirk, hemû Tirkiye, wek milet, wek dewlet, wek hukûmet 24 saetan li ser ewê çawa kurdan bixwun, ewê çawa qira kurdan bînin dipeyivin, ji bo vê yekê plan û programan çê dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE