01 april 2018

Tirkiye du welatan bi hev ra dagir dike



Tirkiye bêyî teq û req, bêyî şer û teşxele du welatan (Sûriyê û Îraqê) bi hev ra dagir dike...  

Ez dibêjim Sûriyê û Îraq, ji ber ku Efrîn û erdê, herêmên Tirkiyê li Kurdistana Başûr dagir kirine di resmîyetê da axa Sûriyê û Îraqê ye. 

Lê herdu welat jî li dagirkeriya Tirkiyê temaşe dikin. Bênamûsên kurên gewadan tew protesto jî nakin. Xurtên kurda ne. Vana ne miletekî layiqî xwedî dewlet bin lê bûn...

Yekîtiya ereban li dagirkeriyê Tirkiyê temaşe dike.

Hukûmeta Kurdistanê li dagirkeriya Tirkiyê temaşe dike.

Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 17 kîlometre(bi texmîna min gelkî zêde ye) ketiye nava axa Kurdistana Başûr û li ser Çiyayê Kitîn 3 kelhên leşkerî ava dikin. 


Rêveberê Bajarokê Sîdekanê ji telewîzyona Rûdawê ya AKPê ra gotiye li dora hezar leşkerên tirk li wê deverê hatine bicihkirin û niyeta wan a vegerê jî tuenye.

Leşkerên Tirkiyê ketine gundê Êşme yê navçeya Soran û li hin gir û nuxteyên herî bilind bi cî bûne. Xelkê gundê Êşme bi çandinî û ajeldariyê ve mijûl e, lê ji ber ku leşkerên tirk dora wan girtine ji kar û xebata xwe bûne û nikanin pez û dewarên xwe ji nava gund derxin çêrê. 

Welatiyekî ji gundê Êşme bi navê Sîrwan Çavşîn gotiye: “Dest û lingên me girêdayî ne. Çar aliyên me leşkerên Tirkiyê ne. Heta em nikanin ajelên xwe ji gund derxin û biçêrînin.”

Tirkiye ji gundê Mawan yê Bakurê Kurdistanê ber bi çiyayê Kitkîn rêyeke wesayitan vedike, rê dibin heta serê Çiyayê Kitkîn. 

Gundîyekî bi navê Serbaz Kerîm gotiye: “Artêşa Tirkiyê çend roj in bi vekirina rêya wesayîtan ve mijûl e, daku bi hêsanî tank û zirpoşan bigihînin bilindahiyan, herwiha qereqolan jî çêdikin.”

Rêveberê Bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî ji Rûdawa AKPê ra gotiye: “Tirkiyê zêdetirî hezar leşker bi çekên giran û kelûpelên leşkerî anîne vê deverê, nêta wan a vegerê tuneye û bi çêkirina leşkergehan mijûl in.”

Roja 10ê adara 2018a Tirkiyê bi rêya helîkopteran gelek leşker ji Geverê veguhestine bilindahiyên Çiyayê Biradost. Û roj bi roj jimara zêde dikin.

Lê ne Îraqê dengê xwe dike û ne jî hukûmeta Kurdistanê. Ji ber ku Kurdistana Başûr welatekî bêxwedî ye û Tirkyê ev yek fêm kiriye, lema jî îhtîmal heye Tirkiye ji Duhokê bigre heta bi herêma Soran û heta bi Hewlêrê, wê mintiqê gişê bi Tirkiyê ve girê bide.

Û bi qasî xuya dike vê îltîhaqê dest pê kiriye, Tirkiye ewê heta Hewlêrê here. Neçin ker in. Welatê bêxwedî kî be ewê dagir bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE