19 april 2018

Soran Amed bi "Xewdizê" em dilşad kirin

Foto ji bloga Perxudres hatiye girtin


Soran Amed, bi navê wî yê rastî Ilyas Kaya şairekî xort e, kitêba wî ya pêşî ji alî Weşanxana Dara ve nuh hat weşandin. 

Navê kitbêbê ”Xewdizê” ye û kitêb 88 rûpel in.

Navekî pir xweş û manîdar e, navekî tam li gorî naveroka wê spehî taybet e.


Min kitêb nexwendîye, lê min jê çend şiîr xwendin û gelkî kêfa min ji wan ra hat. Bi xêra medyaya sosyal meriv kane xwe bigihîne gelek berhevan û gelek tiştan bixwîne.

Min bi xwe di şiîrên Soran Amed da hosteyîyeke nuh û mezin dît û jê tahm lezeteke xweş girt.

Şair Berken Bereh li ser Şi’rên Soran Amed bi kurtî wiha gotiye:

” Şi’rên Soran Amed, bi forma xwe yî cûrbecûr (klasîk-modêrn),bi aheng û neweya kurmancîya xwe ya zelal û herikbar û bi vegotina xwe ya jidil û henûn,vê dinyaya derewîn bi her alîyên wê ve li ber dilê me şîrîn û xweş dike.
Xewdizê, ronahîya berbangê,”gula gulistanê”ye.”

Jan Dost jî gotiye:

” Min helbestên kekê Ilyas xwendin. Kurdiya pak, peyvên lihevhatî û bê guman bandora klasîkên kurd û nivîskarên nûjen jî di van helbestan de heye. Bi gumana min zimanê kurdî wê di pêşerojê de siwarekî çalak li xwe zêde bike. Ez bi hêvî me ku ev gav ne ya dawî be. ”

Li gorî çend şiîrên min di malpera Soran Amed ya facebookê da xwendin herdu şair û nivîskaran jî li ser  şiîrên Soran Amed tiştên rast gotine û tespîtên di cî da kirine. 

Bi rastî jî Soran Amed forma şiîra ”klasîk û modern” , wezn, kafîye û serbest bi hostayiyeke mikemel hûnaye û ji rîsê herduyan xalîçeyeke gelkî xweşik çêkiriye…

 Ez vî şairê xort pîroz dikim û hêvî dikim gelek berhemên wiha li ziman, edebiyat û kitêbxaneya kurdî zêde bike.

Bwerî
Ger dixwazî
têk neherî
bi her srî
neyn bawrî
mirov hene
rûbiken e
lê zik hezar
mar tê hene

///Soran Amed

XXX
Meh û sal e
Dil dinale
Ji hîcranê
Wek kal e
Kêf û şahî
Îd û şadî
Terkam kirî 
Ronahî
Ez bûm nola
Hesin/pola
Lê îro ez
Ketme çola
Xwe dibînî
Me nabînî
Tu bawerî
Bi çi tînî
Misilmanî
Qet nizanî
Te z'kuştim
Bi ciwanî

///Soran Amed

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE