23 april 2018

Şikir ez kurd im, ne ereb û tirk im


Foto ji Googlê hatiye girtin

Qet ne hewce ye ez qala halê me yê perîşan bikim. Li her çar perçên Kurdistanê jî halê em tê da pir xerab e. 

Berî her tiştî em miletekî bêdewlet û bindest in. Gava 40-50 milyon însan bêdewlet û bindest be, heger meriv xwe zanibe, li ber xwe keve,  tu tiştekî ji viya xerabtir tuneye.

Lê dîsa jî ez şikir dikim, ji xwe ra dibêjim Xwedê kir ez ne EREB û TIRK kim, ez KURD im.

Îro li dinyayê tu tiştekî ji erebbûnû û tirkbûnê xerabtir tuneye.

Ez bawer nakim tu ereb û tirkekî biaqil, kamil, întellektuel ji ber erebî û tirkîtiya xwe şerm neke, ya jî pê kêfxweş be.

Çimkî ji teref însanên ji van herdu qewman gelek wahşet, gelek tiştên însan ji ber şerm bikin tên kirin.

Lema jî ne mimkûn e mirovên ereb û tirk jê muteesîr nebin, li ber xwe nekevin, ji ruyê qatilên qewmên xwe şermê his nekin.


Ereb, yanî miletekî El Qaîde, Daîş û bi dehan rêxistinên wek wan ji nav derketine, bi sedhezaran qatil û celadên îslamî jê sadir bûne. 

Ereb û îslama wan îro li seranserê dinyayê bûne sembola terorê, xerabiyan, qetlê û dijminên medenîyetê.

Li dinyayê tu erebê biaqil, demokrat bi erebtiya xwe kêfxweş û serbilind nabe, ji ber ku ew û El Qaîde û Daîş û bi hezaran qatilên îslamî ferdên eynî miletî ne şerm dike.

Rewşa tirkan jî eynî ye, li dinyayê ew jî bûne sembola xerabiyê, terorê, irqçîtiyê û nemedenîbûnê.

Îro li Ewrûpayê ji du miletan tê tirsîn, ereb û tirk. Ev herdu milet û bi taybetî jî hêzên îslamî, faşîstên  û pantirkîstên tirk neyartiya ewrûpiyan, medenîyeta Xerbê û xiristaniyê dikin. 

Nazîst û faşîstên swêdî ji hemû xerîban ra, heta ji reşikan ra jî dibêjin ” jävla turk/tirkê xebîs, rezîl, pîs !”

Yanî tirk bûne sembola nefretê û xerabiyê… 

Pan-turkîst û fêlbazekî wek Fetulah Gulen, irqçî û zalimekî, dîktatorekî wek Erdogan, faşîstekî, hovekî wek Bahçelî, komunîstekî wek Dogu Perînçek tirk in. Û bi sedhezaran kesên wek wan hene.

Tu tirkê medenî, demokrat û însan ji ber ku ew van kesên jorîn  ji  eynî qewmî ne memnûn û kêfxweş nabe.

Îro li Ewrûpayê tirk û ereb bûne çavkaniyên, sembolên terorîzmê û xerabiyê, tirs û xofê. 

Navê ereb û tirk otomatîkman tirsê, xerabiyê, terorîzmê, Daîşê, El Qaîdeyê, Erdogan, wêrankirina Sûriyê û Îraqê, terora li Tirkiyê tê meşandin, gef û şantajên Erdogan yên li hemberî Ewrûpayê tîne bîra ewrûpiyan. Di medyaya ewrûpî da meriv viya pir baş dibîne.

Tu kes bi merivantiya van kesan kêfxweş nabe. 
Navê tirk, li Tirkiyê tunebûna azadiyê û zindanên tije kurd, siyasetmedar û rojnamevan tîne bîra însanan.

Merivê însan be bi van tiştan kêfxweş nabe.

Foto ji Googlê hatiye girtin

Lema jî ez dibêjim hezar carî şikir ez ne ereb û tirk im, ez kurd im, qenekê navê kurd terorîzmê, zulmê, xerabiyê, hovîtiyê, wêrankirina bajaran, qetlê, dîktatoran, Daîşê û zulimkaran, jenosîdan nayne bîra kesî. 

Navê kurd, miletekî bindest, welatê wî hatiye dagirkirin, miletekî mezlûm û demokrat, miletekî medenî û aştîxwaz tîne bîra ewrûpiyan.

Hezar carî şikir ez ne ereb û ne tirk im, ez ne ji qewmê Daîşê û ne ji qewmê Bahçelî, Erdogan û Perînçek im…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE