03 april 2018

Serokê Hamasê yê kevn Halid Meşal bi dagirkirina Efrînê kêfxweş bûye

Halid Mişel, ji yên rşniştî yê ortê ye


Serokê Hamasê yê kevn Halid Meşal du roj berê li Stenbolê di civînekê da Erdogan û tirk bi şelafiyeke nedîtî bi asîmanan xisteye û dagirkirina Efrînê jî li Tirkiyê pîroz kiriye û gotiye:

”Bi taybetî li Efrînê serketina Tirkiyê pir mezin e, numûneyeke pir cidî ye. Înşelah wek li Efrînê bû, li gelek derên dinyayê yên din jî umeta îslamê bi serketinên xwe ewê me şerefmend bike.”

Ereb wiha bêşexsiyet û rezîl in. 

Tirkyê bajarekî Sûriyê, bi hezaran km. erdê Sûriyê û Îraqê dagir kiriye, bi hezaran leşkerên tirk di nava erdê Îraqê û Sûriyê da bi cî bûne, merivê rezîl û bêşexsiyet Erdogan û Tirkyê pîroz dike, dibêje bi dagirkirina Efrînê ez kêfxweş bûme.


Tirkiye Efrîn wêran kiriye, çar hezar kurd kuştine, bi sedan birîndar kirine, 150 hezae kurd ji Efrînê û dorberên wê koçber bûne, ew viya wek serketineke Tirkiya ya pir baş dibîne, ji bo vê serketinê Erdogan pîroz dike.

Ancax serokekî ereb kane hewqasî şelaf û bêşexsiyet û neyarê kurd bibe…

Sebebê vê kêfxweşiya Halid Meşal ji ber ku Tirkiyê Efrîn ji kurdan stendiye. Dibêje bira kurd nebin xwedî maf û xwedî welat, bira Tirkiye Sûriyê dagir bike. Lema bêşeref dagirkirina Efrînê li Tirkyê pîroz dike.


Piştî vê şelafiyê Tirkyê ewê şend qurşsan bera têxin bêrîka wî.


Li vê dinyayê ji îslamîstên ereb kertir û bênamûstir kes tuneye. Merivên pir ehmeq û bêşeref in. 

Bedena wan ya însên e lê ji bin da totikvala û ji ehmeqan jî ehmeqtir in.

Ji bo ku welatên xwe bidin xelkê bi salan şerê hev kirin. 

Bi sedhezaran însan ji hev kuştin.

Bi dehan bajarên xwe wêran kirin, tarîxa xwe ji ortê rakirin.

Daîş, Nusra, Artêşa Azad û nizanim çi ziqûm hemû bûn çete û xulamên Tirkiyê du walatên xwe, Îraq û Sûriye him wêran kirin û him jî beşek jê dan Tirkiyê.

Efrîn bajarekî welatê wan bû, dagir kirin û dan Tirkyiyê.

Meriv ne dîn be, ne ehmeq be, ne bênamûs û gewad be jib o welatê xwe bide xelkê şer nake û welatê xwe nade xelkê.

Ji bo qismekî ji axa Îraqê û Sûriyê bidin Tirkiyê li hemberî kurdan, Ebadî û Esed şer dikin. 

Meriv ne dîn be, ne ehmeq be, ne bênamûs be Efrînê ji kurdan û Sûriyê nagre û nade Tirkiyê.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE