15 april 2018

Rojnamevaneka swêdî çima dixwest here Kurdistanê?



Rohat Alakom, wek her car di vê nivîsa xwe da jî dîsa lêkolîneke pir xweş û balkêş kiriye. Dîsa li ser kurd û Kurdistanê hin tiştên xweş derxistiye ortê.

Rohat Alakom tim tiştên li ser kurd û Kurdisgtanê yên haya kesî jê tuneye dibîne û pêşkêşî xwendevanên kurd dike.
Ev nivîsa wî jî wisa ye. Nivîseke kin e lê pir xweş e. 


Di salên 1950î da medyaya swêdî, rojnamevaneka swêdî ya bi navê Karin Lannby(dostika Ingmar Bergman ya pêşî)bi çi çavî li kurdan û Kurdistanê nerîye û çima xwestiye here Kurdistanê bibîne? Îmaja kurdan ya wan salan li Swêd çawa bûye pir kin be jî Alakom di nivîsê da raxistiye ber çavê xwendevanan. 


Min bi zewq xwend.


Rohat Alakom,  di nivîsa xwe da sebebê daxwaza Karin Lannby ya çûna Kurdistanê wiha nivîsîye:


”Dema Karin Lannby di sala 1948an de ji girtîgehê hatiye berdan wê xwestiye pêşiyê di derbarê Salvatore Giuliano pirtûkekê binivîse û paşê macerayên xwe berdewam bike. Dema rojnamevan jê dipirsin vê carê ew ê berê xwe bide kîjan welatî, wê bi çavekî ken wiha bersîva wan daye: 

“Ez ê berbi Kurdistanê herim ku li ser sînorê Tirkiye, Iraq û Îranê dimîne. Tê gotin ku li wir keleşên şahane, nedîtî hene”. Rojnameya Svenska Dagbladetê ev nûçeya bi sernivîsa “Li Kurdistanê keleşên nedîtî hene” belav kiriye."

Îsal li Swêdê 100 saliya rejîsorê fîlm û tiyatroyê İngmar Bergman(1918-2007) tê pîroz kirin. Di medyaya Swêd da li ser jîyan û berhemên wî gelek tişt tên nivîsîn, di telewîzyonan da fîlmên dokumenter tên nîşandan. 

İngmar Bergman ne tenê li Swêd, li dinyayê jî di warê fîlm û tiyatroyê da rejîsorekî bi nav û deng e. Swêdî û dewleta Swêd qedir û qîmetke mezin dide Ingmar Bergman. Dewleta Swêd sê sal berê rismê wî li 200 lîrayê swêdî xist. Ji nivîsa Rohat Alakom em fêr dibin ”hikûmeta Swêd di sala 2017an da biryar da 13 mîlyon kron alîkariya pîrozbahiyên 100 Saliya jidayikbûna Bergman (2018) bike, ji bona ku mîrata wî ya çandî û hunerî li cîhanê baştir were naskirin.”

Ev jî lînka nivîsa Rohat Alakom e:


Agahdarî !
Ev bû sê kes bi rêya Mesengerê ji min ra metneke bi tirkî, xwedêgiravî ya Dîrektorê Fecebookê Mark Zuckerberg e dişînin. 

Xwedêgiravî Mark Zuckerberg, di nivîsê da dibêje heger hûn vê metnê sibe heta saet 18.00 ji 18 kesan ra neşînin Faceboka we ewê were girtin û ji bo careke din hûn bibin xwediyê Facebookê dibê hûn pera bidin, hûnê hew kanibin Facebookê belaş bi kar bîmnin.

Û hin kesan ji vê qeşmeyariya tirkekî pînc bawer kirine û lema jî nivîs ji min ra jî şandine, ji bo ku Facebooka wan neyê girtin.
Ez fêm nakim însanên mest û mezin çawa kanin ji vir û qeşmeriyên wiha hewqasî rehet bawer bikin û bibin pêkenînê van pîncên tirk?

Birayên delal tiştên wiha ebeden ji min ra neşînin. Hela vîdeo û nivîsên, stranên bi tirkî qet û qet neşînin, ez tu tiştekî şexsî naxwazim... 

Wexta min tuneye ez li tiştên wiha binêrim û bavêjim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE