13 april 2018

Rexnekirina kovareke bi nav heye lê bi xwe tuneye




Di vê nivîsa xwe da ez dixwazim kovareke tune, kovareke gerek derketa lê hîn derneketiye rexne bikim.

Navê kovarê KUND e. Li gorî gotina berpirsiyarên kovarê, Kund ewê di Newrozê da bihata weşandin. Lê kovar hîn derneketiye. Û ne diyar e ewê kînga jî derkeve.

Belkî jî qet dernekeve. Yanî di vî warî da tu agahdarî tuneye.
Kovara tune nayê rexnekirin, lê ezê bikim. Bira ya min derî adetê be. Ezê sebebê vê yekê îzah bikim.


Di 26ê meha yanzda ya sala çûnî, sala par da(26/11-17) Lijneya Weşanê ya kovara Kund ji min ra ev mesaja jêr şand:

” Silav....
Em çend hevalên bi edebiyata kurdî re eleqedar, dikin kovareke sê mehane bi navê "Kund" derxin. Di navenda vê kovarê de kitêb û bi taybetî jî kitêbên bi kurdî hene. Em dixwazin vê kovarê bi zimanekî ê nêzî rojnamegerîyê derxin da ku xîtabî girseyeke berfireh a xwînerên kurdî bike. 
Em difikirin ku beşekê ji nivîsên bloggeran re jî veqetînin. Ji bo hejmara ewil heger tu ji me re nivîseke li gor dilê xwe bişînî û alîkarî û tevkariyê li xebata me bike em ê kefxweş bibin. 
Erênî yan nerênî em li benda bersiva cenabê te ne.
Spas û rêz.
Lijneya Weşanê: Umran Aran, Bajar Mîrzeman, Birhan Tek, Salih Agir Qoserî, Xelîl Semed.”

Bi bihîstina derketina kovareke kurdî û bi mesaja redaksiyonê  ez pir kêfxweş bûm. Roja din min ev bersîva jêr da redaksiyona kovara Kund:

”Merheba kovara Kund !
Spas ji bo daxwaza nivîsê. Daxwaza we ser serê min. Ez nikanim ji kovareke, ji xebateke kurdî ra bibêjim na. Ezê bi kêfxweşî ji we ra nivîsekê bişînim. Lê dibê bizanim heta kînga hûn dixwazin. Ji min ra tarîxa wê bibêjin.
Wekî din jî hemû nivîsên bloga min di emrê we da ye, we kîjan nivîs xwest hûn kanin biweşînin.
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
Stockholm
2017-12-27”

Redaksiyonê di bersîva xwe da got tarîxa dawî ya şandina nivîsê 1ê sibata 2018a ye, ”dibê nivîsa te heta 1ê sibata 2018a bigihîje destê me.”

Min nivîsa xwe di 30ê çileya paşîn (30/1-2018)da şand û mam li bende mizgîniya derkeketina Kund.

Min wer texmîn dikir kovar ewê di meha sibatê da derkeve. Lê ji ber kovar derneket, di 23ê sibatê (23/2-18) da min ji hevalê têkiliya me bi hev ra hebû pirsî, min got ” Ma kovara we çi bû, derket ya na?”

Di bersîva xwe da gotin, ”Pîlana me ew e bi Newrozê re derkeve.”

Newroz derbas aht û bû lê Kund derneket. Piştî Newrozê min dîsa pirsî, gotin ”di nêz da ewê derkeve.”

Lê îro 13ê nîsanê ye û kovara Kund hîn jî derneketiye.

”Nêz”, gotineke îzafî ye, girêdayî qesta meriv ya zemên e, sînorê wê tuneye, saleke din jî li gorî 10 salan nêz e…

Tiştê li vir ez dixwazim bibêjim û rexne bikim ji derneketina kovarê zêdetir, tunebûna agahiyê ye, nivîskarên kovarê, xelk, raya giştî nizane kovar çima derneket, ewê derkeve ya na û heger derkeve kînga?

Ez sebebê derneketina kovarê nizanim. Lê miheqeq hin sebebên cidî hene lema nikanîbûn kovarê derxin. Ez viya texmîn dikim, qebûl dikim. 

Hin tiştên ne di hesêb da kanin biqewimin.

Belkê kovar tew dernekve jî. 

Ev jî mimkûn e. 

Tu îtîrazeke min ji van tiştan ra tuneye, yanî ez nabêjim çima we kovara dernexit?

Ez nabêjim hutil babati dibê we derxista…

Ez dibêjim çima hûn sebebê dernexistina wê nabêjin?

Çima hûn nivîskarên xwe, raya giştî agahdar nakin?

Ev sersarî ne rast û ne xweş e. 

Bi tiştekî nehesibandina nivîskar, xwendevan û raya giştî ye.
Wek we xelk ji derketina kovarê agahdar kir, dibê hûn xelkê ji derneketina wê jî agahdar bikin.

Ji bo çi hûn nakin?

Kadirên kovarekê di destpêkê da dibê wiha bêîstîkrar hereket nekin.Ev yek baweriya însanan dişkîne.

Kovara di jimara xwe ya pêşî da bêîstîkrariyeke wiha nîşan bide, xwendevan, nivîskar ewê çawa baweriya xwe pê bînin û bibin abone û nivîskarên wê?

Em bibêjin hin tiştên ne di hesêb da, hin gelş û zahmetî derketin, we nikanîbû kovar biweşanda, ev mimkûn e. 

Baş e çima hûn agahiyekê nadin nivîskar û raya giştî?

Ma ji bo vê jî pere lazim e?

Ma di medyaya sosyal da belavkirina agahiyeka wiha yasax e?

Heger hûn nikanin derxin, ya jî hûnê di wexteke din da derxin ya jî hûnê qet dernexin viya bibêjin, bira nivîskar û xelk bizane Kund ewê derkeve ya na?

Çima hûn tiştekî nabêjin?

Tiştê rê li ber belavkirina vê înformasyonê digre çi ye?

Belavnekirina agahiyeke konkret li ser derneketina Kund li hemberî raya giştî, nivîskar û xwendevanan bêhurmetî ye.

Bitiştekînehesibandina nivîskar, xwendevan û raya giştî ye.
Meriv gelşa xwe dibêje, raya giştî û nivîskarên xwe jê agahdar dike. Dibê ez bizanibim Kund ewê derkeve ya na?

Heger ewê dernekeve ezê nivîsa xwe belav bikim.

We çawa ji min nivîs xwest û min jî di wextê da nivîsa xwe ji we ra şand, nuha gava kovara we dernakeve, dibê hûn min û nivîskarên din, raya giştî agahdar bikin. 

Ev exlaq û wacibekî weşangeriyê ye, dibê meriv qedir bide nivîskar, xwendevan û raya giştî. 

Bêdengmayina, agahdarnekirina nivîskar, xwendevan û raya giştî ne rast e, kultureken e rind e. 

Dibê meriv xwediyê soza xwe be, heger hat û meriv nikanibe soza xwe bîne cî, dibê meriv bibêje çima?

We wek Lijneya Kovara Kund tarîxek da, we got Kund ewê di Newrozê da derkeve û we di Newrozê da dernexist.

Ê bibêjin çima we dernexist û hûnê kînga derxin?

Heqê nivîskarên we û raya giştî heye vê yekê bizanibe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE