01 april 2018

Piştî dagirkirina Efrînê ENFALê dest pê kir...




Tirkiyê dest bi guhertina demografiya Efrînê kiriye. Bi çeteyên xwe kurdan terorîze dikin, ji Efrînê, ji nehiye û gundên wê derdixin û ereb û tirkmenan dixin malên kurdan.

Di vê xebera Rûdawa ku bûye kanaleke AKPê û axaftinên Erdogan û Bînalî Yildirim zindî dide, navê gund û herêmên tirk û ereb lê hatine bicîkirin hene.

Ji xwe armanca êrîşî ev bû, dibê kurdan ji gund û bajarên wan, ji malên wan derxin û ereb û tikrmenan di dewsa wan da bi cî bikin.

Zulmeke wiha nehatiye dîtin, li ber çavê hemû dinya bi 150-200 hezar kurd ji malên wan derxistine, bera çolan dane û tirkmen û ereban dibin dixin malên kurdan. 

Ev jenosîdeke, ENFALEKE eşkere ye...

Yanî li Efrînê ENFALÊ dest pê kiriye...

ENKS û kurdên AKPê û xayinên TRTkurdî jî piştgiriyê didin vê enfal û qirkirina kurdan.




Piştî dagirkirina Efrînê Erdogan pir mexrûr bûye...

Dagirkirina Efrînê ya pir rehet û bi bedelekî pir hindik Erdogan û berpirsên dewleta tirk pir mexrûr kiriye, dikin bifirin. Wan jî bawer nedikir ewê dinya hewqasî bêdeng be. Sûriye ewê qet dengê xwe neke…

Tirk bi quretiya serketina li Efrînê şeqizî ne û dixwazin hin derên din jî dagir bikin. 

Çimkî dibînin dagirkirina bajaran û erdê xelkê ne zor e, pir rehet e. Bi mirina çend leşkeran meriv kane bajarekî dagir bike.

Nuha dixwazin Amerîka û hezên hevpeyman ji Sûriyê vekişin û Sûriye ji wan tenê ra bimîne, ji bo ku ew kanibin hemû Kurdistana Rojava dagir bikin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Nurettin Canikli gotiye, ”heger Fransa leşker bişîne bakurê Sûriyê ev dibe dagirkerî. Gaveke wiha ewê ji bo Fransayê bibe macera.”

Hebûna wan li Sûritê ne dagirkerîye, ya Fransayê dagirkerîye. Wan Efrîn dagir kiriye û dikin bi Hatayê ve girê bidin, heqê wan e, lê nabe Fransa were Sûriyê. Fransa ji xwe li Sûriyê ye, di nava hêzên hevpeyman da ye.

Beyana Erdogan ya li ser Macran ya do ji van gotinên Canîklî gelkî girantir bû. 

Berpirsiyarên tirk wek beqa xwe dinepixînin û gotina dawî dibêjin ji bo ku Fransayê bitirsînin. Tirk tim wiha dikin, zimanê wan tim gef û tehdît e.

Ez abwer nakim Fransa bêyî haya Amerîka, bi serê xwe here. Miheqeq bi hevkariya Amerîkayê dihere; heger here.

Lê dibê em bizanibin Fransa ji bo kurdan nabêna xwe bi Tirkiyê ra xera nake û nikane derkeve hemberî Tirkiyê jî. Dilê Fransayê ji kurdan ra bixwaze jî Fransa ne xwediyê wê hêzê ye derkeve hemberî Tirkiyê.

Lê hîn ne diyar e Amerîka bi rastî ewê ji Sûriyê bi vekişe ya na. Û heger vekişe Tirkiye dike çi bide Amerîkayê?

Lê min berê jî got, her tişt mimkûn e, tiştê Rûsyayê kir, Amerîka jî kane bike…

Dagirkirina Efrînê bi vê rehetiyê Erdogan û merivên wî ji hedê xwe bêtir qure, mexrûr  kiriye.

Dibêjin , ”mexrûr nebe mîrê min, ji te mezintir Xwedê heye.”


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE