05 april 2018

Numûneyek ji kîn û nefreta tirkan



Ji ber ku navê dayika kurdekî helebî Kurdistan e Dahîreya Koçberan ya Manîsayê di xaneya navê bavê wî da ”ABD” yanî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nivîsî ye.

Hûn dibînin çi segbav in, di dilê wan da li hemberî kurdan çi kîn û nefret heye...

Weleh DYA hîn nebûye bavê kurdan, lê ev 80 sal in bavê tirka ye. Herî kêm ev 70 sal in derpîyê qûna leşkerên tirk jî sedeqa serê Amerîkayê ye. Amerîka her sal bi milyaran Dolar alîkarî dide Tirkiyê. Lema jî Amerîka ji kurdan bêtir bavê tirka ye.

Ev kîn û nefreta Dahîreya Koçberan ya Manîsayê ya ji navê Kurdistanê ji bo min ne xerîb e, çimkî ez ji zû da ye zanim tirk çi faşîst û neyarên miletê kurd in. Ji bo wê jî ev nivîs ji bo min ne tiştekî xerîb e. Kanîbûn tiştekî xerabtir jî binivîsin. Çimkî li Tirkiyê heqareta, zulma li kurdan serbest e, siyaseta dewletê ye. 

Lê ji bo ku kurdên xulamên Erdogan û dewleta tirk, kurdên bûne xayinên qewmê xwe bibînin ez vê belgeya irqçî û mişt kîn û nefreta ji kurdan belav dikim.

Lê ez çi belav bikim jî ez zanim çahş û xayinên me aciz nabin. Çimkî carê kumê bênamûsiyê dane serê xwe, di cuzdana/nasnameya wan da jî ”ABD” binivîsînin dîsa jî ewê dev ji xulamtiya tirkan bernedin. Ew her roj rastî tiştên wiha û ji viya jî xerabtir tên, lê dîsa jî daduqultînin û tamara namûsê di wan hilnayê. Eyarê wan ji yê gê û fîl jî qalintir bûye, tu heqaret wan naêşîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE