17 april 2018

Min got ez çend gotinan li ser naverok û tîraja Hindik-Rindik bibêjim




Xwendevanê hindik-rindik roj bi roj zêde dibin. Ev yek him min kêfxweş dike û him jî hêz û zewqa min a nivîsandinê xurt dike…

Ji bo blogerekî zêdebûna ziyaretçiyan bêguman ciyê kêfxweşiyê ye. Meriv dibîne tiştê meriv nivîsîye bi kêmanî hinekan lê nerî ye…

Do 833 kesî rêya xwe bi bloga hindik-rindik xistiye.
Di nava mehekê da 17895 kesan hindik-rindik tikandine, yanî ziyaret kirine û xwendine.
Ev jî bi wesetî yanî yek kêm, yek zêde rojê dike 600 serdan, tikandin.
Ez bawer dikim ji bo blogerekî kurmanc ev ji mar ne xerab e.
Blogên ji vê zêdetir tên ziyaretkirin hene ya tunene ez nizanim.

Lê ez ji trîja xwe memnûn im. 


Tiştê ez jê ne memnûn im kes komentar nake, nivîse dixwîne, diecibîne ya jî  naecibîne, lê fikrê xwe nabêje. Yên fikrên xwe dibêjin çend dost û hevalên midawim in. Kesên xerîb lê zêde nabin. 

Ev jî problemeke girêdayî civata me ye, însan hevza xwe dikin, naxwazin bibin ”destiyê kêrê…”

Nivîsên herî kêm tên xwendin nivîsên siyasî û nivîsên li ser zulm û êrîşên Tirkiyê ne. Milet naxwaze nivîsên li ser zulm û terora Tirkiyê bixwîne, însan êdî hîn bûne. Belkî di gelek malperên din da jî dixwînin lema.

Ji nivîsên siyayî yên herî bêtir tên xwendin, nivîsên li PKKê, Ocalan, PDK, Barzanî û ENKSê ne.
Çimkî cepheya herdu aliyan jî heye û fireh e. Dema yek dibêje te baş kiriye, yê din dibêje te ne baş kiriye.

Yanî meriv li ser Barzanî û Ocalan, PKKê û PDKê û piçekî jî ENKSê çi binivîse kesên pê ra û li dij pir in.

Di nava hefteyekê da nivîsên herî zêde hatine xwendin:

1- Blogerê ji hûrê xwe yê mezin gazaninan dike
2-Dil kal nabe lê çavê xelkê jî ne kor e
3- Daweta soran û kurmanca ekstra xweş e.

Di blindbûna tîrajê da bêyî naverokê, ez dibêjim tesîra mîzanpaja nuh jî heye, bi xêra jîrî û hostatiya Emer Farûk Baran him şikil û şemala hindik-rindik xweştir bû û him jî ez fêrî hin tiştên nuh yên  xwedinê hêsan dike, tiştên ji çavan ra xweş xuya dike bûm. Di nivîsê da bikaranîna fontên, qerekterên mezin û risman du tiştên xwendinê rehettir û zêde dike.

Bi kurtî be jî min xwest çend gotinan li ser tîraja hindik-rindik bibêjim.
Spas ji bo hemû xwendevanên hindik-rindik !
Ez ji we hez dikim…
Heger hûn şirove bikin ezê bêtir memnûn bibim û kêmasiyên xwe rast bikim.

16 kommentarer:

  1. Mamoste ez baverim roj bi roj xwinerin bloga te zêde bibe. Ve nivîsa te de jî dile kommentar tu dikarê şîrove bikar bene. Çimkî kommentar avrupî ye. Gele me gelekê sadiq e. Nivîskaren wek te her dem bloga xwe de nivîsin nû biveşenen helbet geleme jî xwenin.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek spas Mistefa. Mala te ava ji bo xwendinê û pêşniyaran. Hêdî hêdî, ya muhîm sebir ûsebat e.

      Radera
  2. Apo berî mîzampaj tu biguheri min bloga te nerî bû le cavên min li min nebirî bû ez wan nivîsên hûrik û pir nav hev de bixwînim. Niha pir xweş bûyî bloga te 🌸🌸 ez jî yên siyasî naxwînim le nivîsê te yên din bi kêf dixwînim:) têm destê te :)

    SvaraRadera
    Svar
    1. Rast e, xwendina nivîsên berê zor bû. Lê wek min gotiye bi xêra Emer Farûk, ez tiştên nuh û baş fêr bûm. Mêrik hoste ye, gelek tiştan zane.
      Bûk çiqasî pak û bedew be jî kerasê bûkaniyê û makyaj xweşiktir dike. Hindik-rindik jî wer bû.
      Bi guhertina fontan û weşana risman nivîs him bêtir balê dikşîne û him jî rehet tê xwendin.
      spas ji bo eleqeye te û gelek silavên biratiyê...

      Radera
  3. Apê Zinar tîraja bloga te gelek baş e. Te gotiye kes nivîsên siyasî zêde naxwîne. Çima virran bikim, ez jî pir kêm caran nivîsên te yên siyasî dixwînim. Ne ku ez wan nivîsan biçûk dibînim, ji ber ku li gelek cihan li ser bûyereke siyasî kêm zêde tiştên nêzî hev tên nivîsîn, di van nivîsan de tekrar pir çêdibin û ti kes nûçe û bûyerekê li çar pênc malperan naxwîne, tenê carekê li cihekî dixwîne. Helbet gava ku analîz baş be û tiştekî nú tê de hebe,mişteriyê wê heye. Wek ji rêjeya her sê nivîsên populer ên hefteyê jî xuya ye, her çawa ku xwendevan bêtir ji nivîsên te yên rojane yên ji nava heyatê hez dikin, ez jî ji van nivîsên te yên wiha hez dikim û zewqeke mezin jê digirim û têr dikenim. Daxwaza min ji te tu bêtir nivîsên ji nav jiyana xwe ya rojane bi me re parve bikî û wek rojnivîskekê jî li bloga xwe binerî.

    Siheteke baş ji bo te dixwazim. Silav û hurmet.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek spas Înan.
      Tiştên te gotiye min ji çend kesên din jî bihîst.
      Guhê Emer Farûk Baran qul e, kî li ku çi bibêje wek mîknatîzê dikşîne, tavilê dihere digihîje guhê wî, a vî Emerê guhqul jî li ser navê hemû xwendevan û hezkirin Hindik-Rindik tiştê tu dibêjî ji min ra got.
      Ez nikanim bi xwe, lê hêdî hêdî ezê giraniyê bibdim nivîsên bi vî rengî.
      Gelek silav û hurmet ji min jî...

      Radera
  4. Xalo, welleh ez hemu nivisen te yeko yeko dixwinim u carinan ji shirove dikim. Dest xwesh, tu her hebi u temene te direj be.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Bênavo, ez zanim tu xwendevanekî min ê pir sadiq û pir kevn î. Kêmasiya te, tu bênav î, nenas î. Lê dinya biçûk e, rojekê ezê te li derekê zeft bikim û hesabê vê veşartina salan ji te bipirsim...Xwedê mezin e ...:))

      Radera
  5. Ez jî mora xwe li binê şîroveya İnan Eroğlu dixînim Apo.

    Derfetên îro rê didin xwendevanan ku nûçeyan ji Twitterê bişopînin û rast û derewan tavilê bibînin. Kes naxwaze metnên dirêj yên nûçeyan bixwîne û gava ew blog be jixwe yên heyî jî direvin.

    Loma ez jî ji te rica dikim ku tu pirtir bala xwe bidî ser tiştên rojane yên jîyane te.

    Bîranîn, ger û seyran, şahî û xwarin û vexwarin û ew derdora Kurdî ya li wan deran û filan bêvan.

    Hez û hurmet.

    SvaraRadera
  6. Emero, weleh bi vê pitepitê dawîya dawî tu yê nivîsên siyasî yên rojane li ber çavê min reş bikî.
    Heta nuha min xwe konsantreyî tiştekî tenê kiribû, ew jî rexnekirina hêzên dagirker bû. Ev hedef bû sebebê ez gelek tişt û mijarên din îhmal bikim. Lê ji nuha û pê da hêdî hêdî ezê giraniyê bidim mijarên hûn dibêjin...

    SvaraRadera
    Svar
    1. :) Apo tu bi ken û kêfê jî dikarî bibî qilçixê çavê dijmin. Wê bêjin: ''Yaw me herkes pak qedand, lê kalekî karîzma heye ji xorttan xurttir têkoşîne dimeşîne û em pê nikanin'' :)

      Radera
    2. We ez mecbûr kirim, dibê ji nuha û pê da hin mezîyet û marîfetên xwe yên nîşan bidim...

      Radera
  7. Apê Zinar, ez yek ji wa kesa me ku nivîsên siyasî, tirkî û nizam çi naxwênê. Welleh bes e êdî lo, jixwe em dibînin têra xwe û dixwênin, ma ne wilo?
    Silav û rêz. :)

    SvaraRadera
    Svar
    1. Erê Wahdetê hêja, ez fêm dikim. Wek min got ji nuha û pê da ezê giraniyê bidim nivîsên din. Tiştên "siyasî" ezê di Facebookê da biweşînim...
      Spas ji bo şiroveya te.

      Radera
    2. Ez spas dikim Apo, ji bo ku ti guh didê me ciwanan.
      Serkeftin.

      Radera
    3. Xwedîderketina li kesên kurdperwer, dixwaze bira ciwan be, dixwaze pîr û kal wezîfeyeke netewî ye. Kubra û hevalên wê merivên demokrat û kurdperwer in, cesareteke medenî nîşan dane û li dijî karekî ne însanî, irqçî û antî-kurd rabûne, wek kurdeekî welatparêz dibê ez piştgiriyê bidim Kubrayê û hevalên wê. Çimkî doza me yek e.

      Radera

PARVE BIKE